Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Ruhanî serdana Kirmaşanê dike

Ji aliyê RÛDAW 19-3-2018
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di 14ê Mijdara sala bihorî de jî çûbû Kirmaşanê.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di 14ê Mijdara sala bihorî de jî çûbû Kirmaşanê.

Hewlêr (Rûdaw) - Civata wezîran a Îranê pêşniyara saziya pilandanîna wî welatî bo hevkarîkirina ziyanberketiyên erdehja Kirmaşanê pejirand û serokomarê Îranê jî serdana Kirmaşanê dike.

 

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, biryare sibe Sêşemî 20ê Adara 2018ê serokomarê wî welatî Hesen Ruhanî serdana deverên erdhejlêdayî yên parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê bike û ligel berpirsên hikûmî yên wê parêzgehê bicive.

 

Di vê serdanê de Wezîrê Navxwe, Petrol, Rê û Piran , Kar û hejmareke berpirsên din bi Ruhanî re diçin Kirmaşanê.

 

Medyayên Îranê dane xuyakirin, di civîna roja Yekşemiyê ya civata wezîran a Îranê de, hikûmetê pêşniyarên serokê saziya pilandanîna wî welatî bo zêdekirina bûdceya qerebûkirina ziyanberketiyên Kirmaşanê pejirandiye.

 

Ruhanî sala bihorî di 14ê Mijdara 2017ê de jî serdana deverên erdhejlêdayî yên parêzeha Kirmaşanê kiribû.

 

Di şeva 12ê Mijdara 2017ê de erdhejek mezin bi hêza 7.3 pileyê Rîxterê li Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê çê bû û piştre jî çend erdhejên din qewimîn. Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Îranê, di encama erdhejê de, zêdetirî 550 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 12000 kes jî birîndar bûn, lê belê çalakvan û saziyên civaka sivîl ên Kurd ragihandibûn, ku hejmara kuştiyan gelek ji hejmara ku dewlet ragihandiye, zêdetir e û zêdetirî hezar kesan canê xwe ji dest dane.

 

Tevî ku zêdetirî 4 mehan bi ser rûdana erdhejên li Kirmaşanê re derbas bûne, lê belê hêj piraniya mexdûr û ziyanberketiyan di nava xêwet û konan de dijîn û welatî ji bo dabînkirina pêwîstiyên jiyanê di tengasiyeke mezin de ne.

 

Herwiha welatiyên deverên erdhejlêdayî demsala zivistanê jî di nav konan de derbas kirin.

 

Nûnerê bajarên Pawe, Ciwanro û Selasa Bawecanî li parlamentoya Îranê, Şahab Nadirî pêştir di daxuyaniyeke xwe de tevî rexnegirtina ji gihandina alîkariyan bi ziyandîtiyên erdheja Kirmaşanê ragihandibû, li deverên erdhejlêdayî yên Kirmaşanê 4 kesan ji ber sermayê canê xwe ji dest dane û 20 kesan jî xwe kuştiye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
222 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.343 seconds