Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Bertekên li dijî êrîşa Ehwazê berdewam dikin

Ji aliyê RÛDAW 24-9-2018
Kêliya êrîşa li Ehwazê

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî êrîşa  bi ser nimayîşa leşkerî ya li bajarê Ehwazê yê Îranê, Wezareta Derve ya Îranê, bang li balyozên Hollanda, Danîmarka û balyozê demkî yê Brîtanyayê li Îranê kir.

 

Li gorî daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî, Wezareta Derve ya Îranê ji ber encamdana çalakiya endamên koma El Ehwazê li Îranê, nerazîbûna xwe ji bo dîplomatkarên payebilind ên Hollanda, Danîmarkan û Brîtanyayê ragihand.

 

Arakçî derbirî ku divê welatên navborî wan hemû kesên, ku guman heye peywendiya wan li gel wê êrîşa li Ehwazê heye,  desteser bikin û radestî Îranê bikin.

 

Cîgirê Asayişê yê Wezîrê Derve yê Îranê eşkere kir, ku wan herwiha bang li balyozê demkî yê Îmaratê li Îranê jî kiriye, ku berpirsekî Îmaratê di daxuyaniyeke xwe de piştevaniya êrîşa li Ehwazê kiribû.

 

Hêjayî gotinê ye, ku gelek welatên cîhanê yên wekî Qeter, Uman û Kiweytê û herwiha Amerîkayê êrîşa li Ehwazê wekî êrîşeke terorî pênase û şermezar kir.

 

Berdevka Wezareta Derve  ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka li dijî terorîzma tundrewî ya Îslamî ye û di vê karesatê de ew hevxemê Îraniyan e. 

 

Beriya du rojan (22-09-2018) li bajarê Ehwazê yê Îranê endamên koma El Ehwazê di dema nimayîşeke leşkerî êrîş bir ser leşkerên Îranê û di encamê de 25 leşker miribûn, zêdetirî  70 kes jî birîndar bibûn.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.609 seconds