Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Deriyê piraniya dêrên Bexdayê girtî ne

Ji aliyê RÛDAW 3-9-2017
Bexda

Bexda (Rûdaw) – Li paytexta Iraqê Bexdayê bi giştî 74 dêr û cihên îbadeta krîstiyanan hene lê niha deriyê piraniya wan girtî ye. Piraniya krîstiyanên vî bajarî jî, ji ber xirabiya rewşa ewlekariyê, pozberiya tayfî û mezhebî mal û halên xwe bicîh hiştine û çûne.

 

Krîstiyanên li Bexdayê dijîn, bi neçarî rûbirûyê koçkirinê bûne. Gelek caran jî komên çekdarî hewla desteserkirina mal û milkên wan didin.

 

Di heyama 4 salên derbasbûyî de, tenê li Bexdayê zêdetirî 300 mal û milkên kristiyanan bi destê van koman hatine desteserkirin.

 

Heta niha nêzîkî milyonek û 500 hezar krîstiyanan Iraq bicîh hiştine. Yên mane jî piranî berê xwe dane bajarên Herêma Kurdistanê.

 

Keşeyê Dêra Maryûsif Bîws Qaşa dibêje: “Piraniya krîstiyanan ji ber nebaşbûna rewşa ewlekariyê koçber bûne. Ji lewra hinek dêrên Bexdayê hatine girtin. Herwiha keşeyên ayînî yên dêran jî kêm bûne. Ji bo nûjenkirina dêran, bi rêya Dîwana Weqfa Masîhî, hikûmeta Iraqê bûdceyekê dabîn dike.”

 

Baweriya piraniya krîstiyanan ji hikûmeta Iraqê şikestiye û ew bawer nakin jiyana wan bi destê hikûmetê were parastin.

 

Robert Cemîl hemwelatiyekî krîstiyan ê nîştecihê Bexdayê ye û ji bo krîstiyanên Iraqê, dixwaze dewleteke hevşêweyê Vatîkanê, ji krîstiyanên Iraqê re were damezrandin.

 

Endamê Kilîseyên Îttîhadî Robert Cemîl dibêje: “Weke krîstiyanên Iraqê ez dixwazim dewleteke me ya teybet hebe. Mîna Kuweyt û Vatîkanê biçûk jî be, dibe ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û Civata Ewlekariya Navdewletî ve were parastin.”

 

Dîroka di navbera herdu rûbaran de (Dîcle û Ferat) dîroka gelên kildanî, suryanî û aşûriyan e. Dîroka wan gelek beriya damezrandina Iraqê hatiye tomarkirin.

 

Lê gef, kuştin û revandina krîstiyanan ew neçarê koçberiyê kirine û pirtûbelav bûne. Eger wiha berdewam bike, dê ev gelên dêrîn tenê di nava rûpelên dîroka vî welatî de bimînin.

 

513 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
2.578 seconds