Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Di matema Îmam Husên de li dijî serxwebûna Kurdistanê derketin

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Necerf
Necerf

Necef (Rûdaw) – Li rêwresma Aşûre ya îsal de zîyaretkarên Necefê, bi taybetî jî ewên ji Îranê hatine, li gel matemgirtina bo kuştina Îmam Husên, li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê dirûşm qêriyan.

 

Şêx Mihemed ku kesekî nêzînî rêberî olî yê şîeyan Elî Sîstanî ye, dibêje: “Semaheta Ayetûllah cihêbûna kurdan ji Iraqê baş nabîne. Parçebûna welatê me ne di berjewendiya Iraqê de ye, ne jî di berjewendiya Kurdistanê de ye. Giştpirsiyê ziyan gihande berjewendiyên gelê kurd û Iraqê. Hêvîdar im kurd vê mijarê zêdetir fam bikin.”

 

Ji bilî Elî Sîstanî, li necefê çend mercîeke din ê şîe hene, ku helwest û nêrîna wan a li hember giştpirsiya Kurdistanê cuda ye.

 

Hinek ji wan car bi car gefan li Başûrê Kurdistanê dixwin lê hinek wan jî mafê didin kurdan û dibêjin, hûn birayê me ne.

 

Hesen Keibî yek ji wan mirovên olî yê naskirî yê şîe ye li Necefê. Ew dibêje: “Divê pirsgirêka li gel birayên me yên kurd, bêyî bikaranîna bijardeya hêzê, bi danûstandinan were çareserkirin. Bi  şêweyên aştiyane çareserî bibînin. Em ji birayên kurd re dibêjin; em li gel we ne û hûn jî li gel me bin.”

 

Îran yek ji wan dewletan e ku naxwaze Iraq perçe bibe û dewleteke bi navê Kurdistan li herêmê ava bibe.  

 

Ziyaretkarê îranî yê bi navê Îsmaîl Hebîbî dibêje: “Îran hikûmeta navendî ya Iraqê qebûl dike û naxwaze di nava Iraqê de dewletek bi navê Kurdistan were damezrandin.”

 

Herwiha, ziyaretkarên din ên îranî dibêjin, divê Îran pişta hikûmeta navendî ya Iraqê bigre û nehêle dewleteke din li herêmê were avakirin.

 

Fetwayên Necefê ji biryarên hikûmeta Bexdayê bi bandortir in û ji aliyê xelkê ve zêdetir tên guhdarkirin. Mînaka daxuyaniya Elî Sîstanî ya ji bo giştpirsiyê dabû, mînaka herî berçav e, ku piraniya aliyên Iraqê bi erênî pêşwazî lê kirin. 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 19-10-2017 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 19-10-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.203 seconds