Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Selîm Cibûrî: Biryara dûrxistina parlementerên Kurd cezadana bi komî nîne

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî

Bexda (Rûdaw) – Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ragihand, ku biryara Parlementoya Iraqê ya di derbarê rênedana parlementerên Kurd de cezadana bi komî nîne.

 

Piştî civîna Parelementoya Iraqê ku rê nedan endamên Kurd beşdarî rûniştinê bibin, Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û ragihand: “Parlementoya Iraqê rijd e li ser yekhelwestî û rêzgirtina li Destûr û pabendbûna biryarên ku hatine derxistin, li gel çavdêriya cîbicîkirina wan. Parlemento rijd e li ser piştgiriya hikûmetê di hemû karûbaran de ku bi rêya yekparçeyiya Iraqê, asayiş û aramî tê bidestxistin.”

 

Selîm Cibûrî herwiha diyar kir: “Pêwîst e hemû endamên Parlementoya Iraqê tevî Kurd, pabendî biryaran bibin ku Parlementoya Iraqê wan biryaran dide. Her yekê wan ên ku beşdarî rûniştinên Parlementoyê dibin, divê baweriya wan bi Parlementoya Iraqê û biryarên wê hebin. Divê dabeşbûnê red bikin.”

 

Serokê Parlementoya Iraqê herwiha got: “Em pêşwazî li birayên xwe yên Kurd dikin ji bo beşdariya rûniştinên parlementoyê, lê li ser rola wan a di pêvajoya giştpirsiyê de hebû û beşdar bûn, di derbarê wan de rêkarên pêwîst dê werin pêkanîn.”

 

Li ser rêkaran jî Selîm Cibûrî destnîşan kir: “Em îro li ser vê mijarê li gel Dadgeha Bilind a Federalî axivîn ku gelo em çawa li vê mijarê binêrin... Emê di derbarê parlementerên ku di referandumê de deng dane, pabendî biryara Dadgeha Federalî bibin. Ji bo vê mebestê jî ji Lijneya Karûbarên Yasayî ya Parelementoyê daxwaz hatiye kirin, navê wan kesên ku beşdarî referandumê bûne û rola wan heye bidin.”

Şîrove

 
Namodar | 3-10-2017
Diktatorê wek Saddam jî rêz li ber dengê parlamîde dihate dayin digirt, her ciqas bi tund û tîjî bet jî, ew Diktatorê wek Saddam ez bawerdikim, ku ew bi xwe jî tê bawer nekiribaya kû ji wê xwîn-rij, dirinde û Ditatoriyata din ruw-bidat, Al-Malikî, Abbadî inca jî berendamek nujen ê diktatoriyet Cuburi, her têshikên pêxwasên Saddam li ber çavan didet xûyan, Ku inca Ji Kurdan re ji xeynî Dewletek Serbuxweyî azad û tishtekdîtir nîne ku mafa Kurd û Kurdistan biparêzet, ev durxistina parlamentarên Kurd jî bash eshkere dikat ku êdî tishtek ku em Kurd li gel Bexda guft-û-goh bikin nemaye... êdi dîyarkirina Dewleta Kurdistan bi vê yekê herwiha bi rewshek rewa û rasteqîne...Bijî Kurd û Dewleta Kurdistanê Serbuxweyî Azad.
392 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.515 seconds