Iraq: Dibe referandûma Kurdistanê welatên cîran turre bike

04-07-2017
NEHRO MİHEMED
Nîşan Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî Referandûm Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de hişyariya acizbûna welatên cîran da û diyar kir, ku divê dema referandûmê baş were destnîşankirin.

 

Di dema serdana welatê Nemsayê (Awûstûrya) de Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Di çareseriya pirsa kurd de pêwîst e ev rastî li ber çav were girtin, ku rewşa kurdan li Iraqê, ne mîna kurdên li welatên cîran e û ji rewşa kurdên Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsyayê cudatir e.

 

Ceferî derbarê referandûmê de got: “Eger her pêngavek ne bi şêweyeke jîrî nebe, dê bibe desema acizbûna welatên cîran û dê helwesta wan nerênî be. Lewma divê dem bi başî li ber çav bê girtin, ji bo rê û rêbazan dema pêwîst hebe.”

 

Wezîrê Derve yê Iraqê da xuyakirin Iraqa niha ne mîna Iraqa serdema desthilata Bees e û wiha got:

 

“Îro kurd xwediyê hemû mafan in. Piştî hilweşandina rejîma berî, Celal Talebanî bû serokomarê Iraqê. Niha jî Fûad Mehsûm serokomar e. Kurd di her sê serokatiyên Iraqê de cîh digrin. Ne tewnê kurd, hemû pêkhateyên din jî heman awayî ne.”

 

Ceferî balkişande ser mafên hemû pêkhateyên Iraqê û bi taybetî jî ya kurdan û diyar kir: “Kurd ne hemwelatiyên pleya duyemîn. Weke hemû pêkhateyên din xwediyê hemû maf û erkan in. Li Iraqê ti metirsî li ser mafên kurd, tirkmen, erebên şîe û sunne nîne.”

 

Roja 7ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel piraniya partiyên nav hikûmet û parlamentoyê civiya û roja 25ê Îlona 2017ê jî weke roja referandûma serxwebûnê, diyar kir.

 

Vê biryarê li Iraq û navendên navdewletî deng veda û rastê karvedanên cuda hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst