Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Sedir: Daxwaz ji birayê xwe Barzanî dikim referandûmê paşve bixe

Ji aliyê RÛDAW 4-7-2017
Mûqteda Sedir
Mûqteda Sedir

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê Mûqteda Sedir ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest, pêjajoya referandûma Başûrê Kurdistanê paşve bixe.

 

Mûqteda Sedir îro Sêşemê (04-07-2017) bi daxuyaniyekê bersiv da pirsekî alîgirê xwe ya derbarê daxwaza cihêbûna Herêma Kurdistanê ya ji Iraqê û dûrxistina kurdan ji Bexdayê.

 

Sedir got: “Ew kesên bi vî awayî bi xirabî diaxivin kesên tayfeperest in û kesên rêgezperest guhdariya wan dikin. Bi baweriya wan, bi dûrketina ji şerîeta esmanî û ji aqil, dikarin bi binemayên nîştîmanî zêdetir deng bistînin. Lê ew mîna ajelan in û heta ji ajelan xiraptir in.”

 

Mûqteda Sedir di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku Iraq ya hemû iraqiyan e û ti cudahî di navbera iraqiyên welatparêz de nîne û ji bo ajandeyeke derve kar nakin.

 

Sedir got: “Daxwaz ji birayê xwe yê birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim, ku pêvajoya referandûmê paşve bixe. Ev yek jî bibe weke pêngaveke yekem. Çimkî em niha li ber rizgarkirina bajarê Mûsilê ne.”

 

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 4-7-2017
"Îraq ya hemû Îraqîyane"???? Bila Îraq ya te û ya Rihê (Ridîna) te be, me ne pêwîstî bi Îraq ne bi te û ne jî bi Rihê te ye!
Kurdo | 5-7-2017
Biratîya rast û berat ewe bû ku Miqteda Sedir bigota Birayê xwe,yê ji neteweyek din,Refandomê paşve nexe zû bike û ez digel te me.Lê ku bêje,Barzanî,daxweza azadî û heqê miletê xwe neke an Refandomê paşve bi bixe.Hîngê,miletê Barzanî,qebûl nake.Ev çi zemane!Ev çi Biratîye?!Ev çi wîjdane?!
marouf | 6-7-2017
te daxwaz ji brayê xwe gelo bi 4i Zimanê kird... Kurd bi kurdi di peyvet lê hun Arabi..Inca gelo kengê Mar Û Misk bun bira...!
Baran B | 8-7-2017
Ma ger sê partên Silêmanîyê vê daxwazê biken û mercadanin ber singê Baarzanî, hun wate ( tu, Emmar, malikî, fetlawî, rohanî xamneyî jî heqin ko vê daxwazê biken). Bes eve dê bîte xewna we û hersê Partên Silêmanîyê.
raif yaman | 8-7-2017
axayê sedir, te bi çavê birayê xwe li berzanî mêze bikira, te'ê ev gotin nekira, te'ê ji heval û hogirên xwe ra bigota, ji bo referanduma dewleta biserêxwe ya miletê kurd bi ser bikeve çi ji destê we tê bikin. te'ê bigota bindestî pisitî ye, teresî ye, li merivên bi rûmet nayê. te'ê bigota biserêxwebûn bi qasî mafê bi sedan miletên xwedî dewlet in, bê guman mafê miletê kurd e jî.
1506 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.594 seconds