Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Berpirsê Iraqî: Pêçana tabûta cenazeyê Mam Celal bi ala Kurdistanê bêrêzî ye

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
"Derket holê ku YNK û hevjîna Talebanî jî li gel cihêbûnê ne"

Bexda (Rûdaw) – Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Casim Mihemed Ceifer got: “Pêçana tabûta Serokomarê Berê yê Iraqê bi Ala Kurdistanê 'xiyanet û bêrêzî’ ye.”

 

Casim Mihemed Ceifer ku serkirdeyekî Hevpeymaniya Dewleta Yasa ye, ji medyaya Iraqê re ragihand, ku bi axsipartina Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî bi pêçana Ala Kurdistanê "xiyanet e ji Iraqê re û bêrêzîkirin e li dijî mezinahiya yekîtiya Iraqê û beşdarên ereb û navdewletî.” Herwiha got: “Ev karê hevjîna wî - ruhê wî şad be - Hêro Îbrahîm Ehmed e û cihê qebûl kirinê nîne. Bi vêya jî rûyê rasteqîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê derxist û îsbat kir ku li gel cihêbûn û referandumê ne.”

 

Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî, Casim Mihemed Ceifer herwiha got: “Ev peyameke bi qestî û berfireh e, ji aliyê siyasî ve jî peyameke rasterast e. Loma divê ji vê aliyê ve serederî li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê were kirin weke partiyeke piştevana referandumê û cihêbûna ji Iraqê. Ev jî berevajî wê yekê derxist ku serkirdayetiya vê partiyê bangewazî dikirin û li hember hemû cîhan rûyê xwe yê rasteqîn aşkere kirin.”

 

Herwiha ji ber nebûna ala Iraqê li ser termê Mam Celal, hin televîzyonên Erebî weşana merasîmê qut kirin û dîmenên bi axsipartina termê wî, dan rawestandin.

Şîrove

 
hejar | 6-10-2017
Ey ku Salahadî Eyyubi ji were kir ..wek nankori heta iroj we rêz li ber Kurdan negirt, iroj jî herwisa Xuyaye li ser mirina me Kurdan hêj bêbextan niha jî bazarîyan dikin... Ma ey nankoran wê hêj heta ìroj Têkosherî hemdema Kurd Mam celal rêbera gelê Kurd naskerid Ku her Kurd e !... qencî ku serok Mama celal li we hemuyan kird, gelo kê kî ji bo kî kê xiyanet û nankorî diket.... Ev jî xuyae ji ber hindê ku kurd bawerî bi Ceifer û Abadi û Al-Malikî û dujminanehîya wan li dijî me KUrdan bi vî rengê bash û zelal bibêynet....Mam celal Got : Ev xak xakî bav û kalanê ême, an mirin an neman...! bersivek wiha divêt li ber çavên koran zelal nishanî bidet Ku Kurd herwisa bi çi divêt bawer biiket an jî na....!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.563 seconds