Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê: Rûdawê bêalîbûna xwe parastiye

Ji aliyê RÛDAW 6-12-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, li ser xelata Neteweyên Yekgirtî ya Ricardo Ortega ya ji bo Rêveberê Ofîsa Rûdawê li New Yorkê Mecîd Nizamedîn Gilî got: “Dema mirov dibîne ku medyayeke Kurdî gihiştiye asteke navdewletî ya bi vî rengî mirov kêfxweş dibe.”

 

Di mezintirîn û giringtirîn merasîma salane ya rêzgirtin û xelatkirina baştirîn karên rojnamevanî yên cîhanê de, Netewên Yekgirtî xelata Bronzî ya Ricardo Ortega pêşkêşî Tora Medyayî Rûdawê kir.

 

Li ser vê mijarê Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad ji Rûdawê re ragihand ku Rûdawê karî baweriya ku li Kurdistan û Iraqê di navbera civak û medyayê de lawaz bûye, cardin çêbike. Li ser ragihandina bûyeran bi awayekî rast û dirust, serkeftineke mezin bi dest xist.

 

Dr. Beşîr Hedad diyar kir ku Rûdaw bi awayekî profesyonel dixebite û got ku profesyonelî û bêalîbûn, bingeha serkeftina kanalên medyayê ye, Rûdawê ev yek pêk anî.

 

Hedad destnîşan kir ku di pêşveçûna civakê de rola medyayê giring e û got ku medya di navbera civak û desthilatê de pireke giring e. Daxwazên gel digihîne cihên peywendîdar. Rûdaw di vê mijarê de roleke giring dilîze. Rûdaw her dem li pey bûyerên germ e.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê bû yekemîn dezgeha medyayî ya Kurdistanê û Iraqê ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve tê xelatkirin.

 

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li New Yorkê, Mecîd Nizamedîn Gilî di merasîma dayîna xelatê de amade bû û ji Netewên Yekgirtî xelat wergirt.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
419 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
0.172 seconds