Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Goreke din a bi kom hat dîtin

Ji aliyê RÛDAW 7-9-2017
Rûdaw

Mûsil (Rûdaw) – Li bajarê Mûsilê goreke bi kom hat dîtin, ku termên 30 kesan têde ye. Artêşa Iraqê dibêje, beşek ji termên di nava wê gorê de, yên serbazên iraqî ne, ku renge di 10ê Hezîrana 2014ê de ji aliyê DAIŞê ve hatibin kuştin.

 

Çekdarekî Heşda Şeibî yê bi navê Subhîn Muhemed Elcubeyrî behsa çîroka hatina DAIŞê û vekirina deriyê Zîndana Badoşê ji aliyê DAIŞê ve dike û dibêje, çekdarên DAIŞê kesên Sunnî û Şîe ji hev cuda dikirin û piştre kesên şîe dikuştin.

 

Bi gotina wî çekdarê Heşda Şeibî, termê çend kes ji wan şîeyan di nava vê gora bi kom de ne, ku îro hatiye dîtin.

 

Serbazekî Iraqî yê bi navê Ehmed Deham ji Rûdawê re dibêje: “Li wê derê gorek heye, ku termên 4 serbazên iraqî têde ne. Ew li ser destê çekdarên DAIŞê hatine kuştin, dema ku dest bi ser bajarê Mûsilê de girtin. Hêj nasnameya wan serbazan nehatiye zanîn û ti kesî jî xwe ji wan terman nekiriye xwedan.Em daxwaz ji berpirsan dikin, ku wê mesleyê li ber çavan re derbas bikin.”

 

Artêşa Iraqê jî pêştir ragihandibû, ku di meha bihorî de 2 gorên bi kom li nêzîkî Zîndana Badoşê dîtine, ku termên zêdetirî 500 kesan di wan goran de hebûn.

 

Li gorî belgeyên hikûmeta Iraqê jî, piraniya kesên ku di Zîndana Badoşê de ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin, kesên Şîe bûne.

 

Di nava salekê de, li deverên cuda cuda yên Iraqê û rojhilatê Sûriyê 70 gorên bi kom hatine dîtin û piraniya termên di nava wan gorên bi kom de jî qurbaniyên destê çekdarên DAIŞê bûne.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Caifer | 2018-01-20 8:26:09 AM
Dengê te hîç kêm nebe
Gozê | 2018-01-20 8:26:25 AM
Silav ji te re
BI KILAMEKÊ AŞIQÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ – Keça ji Brezîlî: Kurdî ez helandim
| 20-1-2018 | (4)
DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.562 seconds