Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Ellawî hişyarî da: Eger Heşda Şeibî biçe Kerkûkê dê şerekî giran çê bibe

Ji aliyê RÛDAW 11-10-2017
Hêzên Pêşmerge, arşîv.

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî daxwaz ji Heşda Şeibî û Pêşmerge kir, ku bi hemû şêweyekê xwe ji her egereke derketina alozî û pevçûnan li Kerkûkê û deverên arîşedar dûr bigirin.

 

Eyad Ellawî di çavpêkevtineke televîzyonî de derbarê çêbûna şerekî xwînbar di navbera Heşda Şeibî û Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên arîşedar de hişyarî da.

 

Ellawî da xuyakirin, eger hêzên Heşda Şeibî ber bi Kerkûkê û deverên dinên arîşedar ve biçin, ji ber ku hêzên pêşmerge li wan deran hene, dê şerekî tund û xwînbar çê bibe.

 

Ellawî got: “Dawî tişt ku em dixwazin bibînin, çêbûna aloziyê li Kerkûkê yan her navçeyeke nakok e, ew jî bi çûna Heşda Şeibî yan beşek ji Heşda Şeibî û wê demê Kurd jî dê bersiveke wan a tund hebe. Ez bi zelalî diaxivim, ew yek zirarê digihîne hemû egerên ji bo iraqeke yekgirtî. Pêwîst e hikûmet nehêle ku ew yek rû bide. Hikûmet dibêje Heşda Şeibî di jêr kontrola wê de ye, ku tiştekî baş e. Eger wisa ye, yanî divê rêgiriyê li Heşda Şeibî bike, neku biçe nava cure şereke navxweyî. Divê Mesûd Barzanî û Pêşmerge jî li ser xwe bin û pêngavên tund bo kontrolkirina wan navçeyan nehavêjin.”

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê herwiha destnîşan kir: “Ez di vê baweriyê de me ku eger Heşda Şeibî biçe Kerkûkê dê şerekî giran çê bibe. Divê sûd ji danûstandinan werbigirin, eger naxwazin şer li dijî Pêşmerge yan kurdan dest pê bikin, ev yek çîrokek din e û ez nizanim kê/î li pişt wê ye. Lê belê bi qasî ku ez agahdar bim, eger Heşda Şeibî biçe, Pêşmerge jî li wê derê ne, wê demê dê şerekî giran rû bide.”

 

Eyad Ellawî daxwaz ji welatên cîranê Iraqê jî dike, ku destwerdanê di nava karûbarên navxweyî yên Iraqê de nekin û dibêje, ew yek pirsgirêkeke iraqî ye û pêwîst e iraqî bi xwe wê arîşeyê çareser bikin.

 

2386 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
0.735 seconds