Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Dema operasyona ser “Kelha DAIŞê” nêzîk dibe

Ji aliyê RÛDAW 12-3-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Heşda Şeibî eşkere kir, ku piştî operasyona Mûsilê bêyî navber dê operasyona Hewîce derst pê bike. Fermandeyên pêşmerge jî dibêjin, ku ji bo Hewîceyê nexşeyan a taybet heye.

 

Navçeya Hewîceyê dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê û weke “Kelha DAIŞê” ya nav Iraqê tê dîtin. Ev navçe zêdetirî 2 sal û nîvan e di destê DAIŞê de ye.

 

Rêveberiya Kerkûkê çendîn caran daxwaza rizgarkirina Hewîceyê kir. Ji ber hebûna DAIŞê ya li vê navçeyê, herî zêde jî dibe gef li ser Kerkûkê. Hewîce 55 kîlometreyan ji Kerkûkê dûr e. Ji rexê bakur û rojhilatê ve ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve û başûr û rojava ve jî ji aliyê Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hatiye dorpêçkirin.

 

Derbarê dema destpêkirina operasyona Hewîceyê de Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî ji Rûdawê re ragihand, ku piştî operasyona Mûsilê bêyî navber dê operasyon dest pê bike.  

 

Kerîm Nûrî got; “Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û Hêzên Pêşmerge dê beşdarî operasyonê bibin.”

 

Fermandarên pêşmerge jî dibêjin, ku ji bo Hewîceyê nexşeya wan heye û amadekariyên pêwîst jî hatine kirin.

 

Fermandarê Eniya Çar a Pêşmerge li Kerkûkê Westa Resûl da zanîn, ku beriya niha ligel karbidestên Iraqê li ser operasyona Hewîceyê civiyane û plana xwe jî pêşkeş kirine û got; “Di vê nexşeyê de tê diyarkirin ka dê pêşmerge heta ku derê here. Lê bi destpêkirina operasyona Mûsilê ev plan jî betal bûye.”

 

Li gorî gotina Westa Resûl operasyona Hewîceyê di encama rêkeftina hêzên hevpeymaniya navdewletî û hkûmeta Iraqê de hatiye paşxistin, ji ber ku di serdema serokê berî yê Amerîkayê Barack Obama de bi lezgînî xwestine operasyona Mûsilê bigihînin encamekê.

 

Fermandarê Pêşmerge derbarê DAIŞê de zanyarî dan û eşkere kir, ku li Hewîceyê nêzîkî 2 hezar û 500 çekdarên DAIŞê hene. Hinek yekîne ji Mûsilê çûne vî navçeyî û ji vir jî bi rêya Çiyayê Hemrînê derbasî parêzgeha Diyala dibin. Resûl dibêje ji aliyê lojîstîkî ve lawaz in.

 

Nîştecihên navçeya Hewîceyê piranî erebên sunne ne û beriya şer hejmara şêniya wê 400 hezar kes bûn. Niha hêzekê erebên sunne jî xwe amade dikin beşdarî operasyona kontrolkirina vê navçeyê bibin.  

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
169 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Baran | 2017-03-19 11:38:18 AM
Bi kort û kurmanc, ev gotinên te kirîn li ser Partên Silêmanîyê, di hemu waranda rastin û li cihê xwene,bi taybetî li ser pirsa serxwebunê. Ne Bexda,...
Bernas | 2017-03-22 10:15:44 PM
Ger ew ne di nav de ne, ma keremkin bibéjin, ka GORAN ú YNK/Hero bibjin, ew li kijan alín e ? Tér nake, ku mírov bibéje, dewleta Kurd ji ya saddam...
Gelo Silêmanî dê di nav “Dewleta Barzanî” de be?
| 19-3-2017 | (4)
Bila seré xwe li Diwaran bixin | 2017-03-20 10:15:35 PM
Bila herin seré xwe li diwar u zinara bixin.. anji bila xwe intixar bikin. Her ti$t bi daxwaza Bexdayé u Enqeré nabe!!!
Mehemede Kurdi | 2017-03-22 1:06:02 PM
çi zu bîr dikin berê li ew bajarê ji sedî şest Kurd rudiniştin, piştî saddam Kurda Kuşt u qewirand wira ket vî halê. Gava Kurd dihat Kuştin tu dewlet...
KERKÛK - Bexda li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê derket
| 20-3-2017 | (4)
Roşev Sitav | 2017-03-21 8:12:44 PM
Aa çi xa$.. Rastî jî kêfa merîyan tê.
Erdogan bi kurmancî, zazakî û soranî Newroz pîroz kir
| 21-3-2017 | (1)
Baran B | 2017-03-21 8:09:08 PM
Dijminên dêmokratîyê, wate komunîst û faşîtên ko Rojava dagirkirî ye bila bo xwe dersa ji dîrokê werbigirin. Bila bizanin ka çewsîsko, Mîlosîvîç,...
Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê bi coş bûn
| 21-3-2017 | (1)
0.61 seconds