Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Malikî û Amirî li ser serokwezîrtiya Ebadî gihîştine rêkevtineke seretayî

Ji aliyê RÛDAW 12-6-2018
Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî û Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî, li ser namzediya Ebadî rêkevtineke seretayî kirine.
Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî û Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî, li ser namzediya Ebadî rêkevtineke seretayî kirine.

Bexda (Rûdaw) - Endamekî Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî ragihand, ji bo ku serokwezîrê niha yê Iraqê, Heyder Ebadî gereke din jî di wê porstê de bimîne, ew û Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê gihîştine rêkevtineke seretayî.

 

Endamekî Hevpeymaniya Fetih, Henîn Qedo di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Me rêkevtineke seretayî heye di navbera Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî û Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malikî, ji bo piştgirîkirina serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî bo gera duyem.”

 

Henînd Qedo di axavtina xwe de amaje bi hebûna nakokiyan di navbera Hevpeymaniya Nesir û Hevpeymaniya Saîrûn de jî kir.

 

Qedo diyar kir, “li gorî wan encamên niha ku li ber dest in, Hevpeymaniya Nesir ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike, ji Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir dûr ketiye, ji ber ku Hevpeymaniya Saîrûn ji bo ku Ebadî gera duyem a serokwezîrtiyê werbigre, mercên pêşwext danîne pêşberî wî.”

 

Qedo amaje bi wê yekê jî kiriye, ku Heyder Ebadî ew mercên lîsta Muqteda Sedir red kirine.

 

Wî endamê Hevpeymaniya Fetih destnîşan kir: “Danîna serokwezîrê dahatî diyartirîn astengiya li ber ragihandina hevpeymaniya siyasî ye, zêdebarî çaverêkirina encamên hejmartina bi destan a hilbijartinan, ku dê bibe sedema guhertinê di hejmara kursiyên aliyan di parlamentoyê de.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.672 seconds