Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Hevpeymaniya Fetih: Amerîka guvaşan dike jibo ku Ebadî dîsan bibe serokwezîr

Ji aliyê RÛDAW 12-8-2018
Heyder Ebadî
Heyder Ebadî

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Hevpeyamniya Fetih ragihand, Amerîka guvaşan dixe ser aliyên syasî ji bo ku Heyder Ebadî careke din jî bibe serokwezîrê Iraqê.

 

Endamê Hevpeyamniya Fetih a bi serokayetiya Hadî Amirî, Hesen Salim ragihand, piştî ragihandina encamên hejmartina bi dest a dengên hilbijartina parlamentoya Iraqê, Amerîka hewl dide ku guvaşan bixe ser aliyên syasî ji bo ku Ebadî careke din posta serokwezîrtiya Iraqê bi dest bixe.

 

Bi gotina wî endamê hevpeyamniya Fetih,  di çend rojên bihê de jibo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi fermê hevpeymaniyên siyasî tên ragihandin.

 

Hesen Salim eşkere kir, her yek ji hevpeymanî û lîstên Fetih, Dewleta Yasa , Partiya Demokrata Kurdistanê , Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê , Yekîtiya Hêzên Iraqî û hin kesatiyên  di nava Hevpeyamniya Nesir de gihîştine lihevtêgihiştinekê ji bo diruskirina mezintirîn fraksyona parlamentoyê.

 

Li gorî yasayaên Iraqê, mezintirîn fraksyona nava parlamentoya Iraqê dikare piştî lidarxistina hilbijartinan jî were pêkanîn û ew fraksyon dikare mafê pêkanîna hikûmetê werbigre.

 

Roja 12ê Gulana îsal hilbijartinên parlamentoya Iraqê hatin lidarxistin, lê belê heta niha jî li ser encamên hilbijartinan kêşe, alozî û nakokî di navbera hêz û aliyên siyasî de heye.

 

Her ji ber wan kêşeyan, li ser biryara parlamento û herwiha dadgeha federalî ya Iraqê, beşek ji dengên hilbijartina 12ê Gulanê bi destan werin hejmartin, ku piştî hejmartina destî jî ti guhertin bi ser encamên ragihandî yên hilbijartinan de nehat.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.609 seconds