Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Ebadî: Kurd bila şandeke din bişînin

Ji aliyê RÛDAW 12-9-2017
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Bexda (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku referandum dê zirarê bigihîne destkevtên Kurdan û daxwaz kir, ku Herêma Kurdistanê careke din şandekê bişîne Bexdayê.

 

Heyder Ebadî piştî civîna asayî ya Encumena Wezîran a Iraqê, konfranseke rojnamevanî da.

 

Heyder Ebadî di vê konfransa rojnamevanî de behsa referanduma Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ku referandum gefê li ser yekparçeyiya xaka Iraqê çêdike.

 

Ebadî got: “Encumena Wezîran biryar da, ku referandumê bi nedestûrî û neyasayî bihesibîne û red bike.”

 

Serokwezîrê Iraqê tekez kir, ku encumena wezîran a Iraqê dê kar ji bo yekparçeyiya xaka Iraqê bike.

 

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Ebadî got, ku referandum dê zirarê bigihîne destkevtên Kurdan û daxwaz li Herêma Kurdistanê kir, ku şandeke din bişîne Bexdayê.

 

Ebadî got: “Referandum zirarê digihîne destkevtiên Kurdan û ez daxwaz ji hevwelatiyên Kurd ên Iraqê dikim, ku referandumê red bikin.

 

Serokwezîrê Iraqê diyar kir: “Em ferzkirina îradeyê red dikin, çareserî danûstandin û berdewamiya gotûbêjan e.”

 

Daxuyaniya Ebadî di demekê de ye, ku parlamentoya Iraqê li dijî encamdana referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê deng da û red kir, ku referandum li Herêma Kurdistanê bihê kirin.

 

Gotûbêjkirina vê mijarê di parlamentoya Iraqê de li ser daxwaza 80 parlameteran bû, lê parlamenterên Kurd ji civînê derketin û civîn baykot kirin.

 

Parlamentoya Iraqê herwiha Serokwezîrê Iraqê erkdar kir, ku rê li birêveçûna referandumê li Herêma Kurdistanê bigire û bow ê çendê hemû rêkarên pêwîst bi kar bîne.

 

Şîrove

 
Baran B | 13-9-2017
Bila kurd biçin û nexşeyekê Kurdistanê bu biben û jêra bêjin û bêjnê fermo eve sinorên Dewleta me ne.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.203 seconds