Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Fermandeyê Heşda Şeibî: Em ji bo êrişa Kerkûkê li benda fermanê ne

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2017
Ebû Ezrayîl
Ebû Ezrayîl

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandeyê Ketîbeyên Îmam Elî ya Heşda Şebî Ebû Ezrayîl ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz ji fermandeyên Heda Şebî kirye ku xwe ji bo êrîşê ser Kerkûkê re amade bikin û dê piştî çend rojên din li Kurdistanê bûyerên mezin rû bidin.

 

Fermandeyê liwaya 40 ya Heşda Şebî Eyub Falih Hesen ê bi navê Ebû  Ezrayîl tê naskirin ji Rûdawê re ragihand, beriya çend rojan bi serperiştiya Heyder Ebadî li Bexdayê ligel fermandeyên payebilind civînek pêk anîne û Ebadî ferman daye Heşda Şeibê, Hêzên Zêrîn, Polîsên Federal û artê Iraqê xwe ji bo êrişa herêmên kurdan ên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê amade bikin.


Fermandeyê şîe destnîşan kir ku Fermandeyê Fermandeyê Ketîbeyên Îmam Elî Hacî Şibîl Zeydî û fermandeyên din naxwazin xwîna kurdan birijînin.


Ebû  Ezrayîl wiha got: “Niha hemû hêzên me di amadebaşyê de ne. Em li ferman fermandeyên bi ser xwe re ne. Dema ku ferman hat em dê bicih de dest pê operasyonê bikin emê li herêmên binakok belav bibin. Lê em bi ti awayî naxwazin şerî bi Hêzên Pêşmerge û Kurdan re bikin.”


Bi gotina Fermandeyê Ketîbeyên Îmam Elî ya Heşda Şebî di heyam 2 rojên pêş de bûyerên mezin dê rû bidin û ew amadene Kurdistanê bi parêzin.


Heşda Şebî di amadebaşyê de ye daku êrîşî Kerkûkê bike, û bi tenê ew li benda fermana êrîşê ne.


Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê duh ragihandibû ku peyamên tund û metirsîdar ji hêzên iraqî gihîştine wan ku dixwazin êrişeke mezin bikin ser başûr û rojavayê Kerkûk û bakurê Mûsilê.

Şîrove

 
Sercan | 19-10-2017
Xwînxwaro... Ma çi ferqê te û DAİŞ î heye. Her duyan jî ru reş û ru kerin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 8 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.531 seconds