Hewlêr (Rûdaw) – Herdu wezaretên navxwe yên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilavêstî li Bexdayê civînek pêk anîn. Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, ku civîn bi berhemdar bûye, eşkere kir, ku ji bo hûrgûlî û gotûbêjên zêdetir dê di nava heftiyê de civîneke din jî pêk bînin.
Îro Şemiyê 13-01-2018, şandeke Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Wezîrê Nevxwe Kerîm Şingalî û bi endamtiya Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Mewlûd Bawemurad, Rêveberê Firokexaneya Silêmaniyê Tahîr Ebdullah, Rêvebera Firokexaneya Hewlêrê Telar Fayeq û hejmareke rêveberên giştî yên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê çûne Bexdayê.
Şanda Kurdistanê li gel şandekî hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Erecî civînek pêk anîn.
Berdevkê Wezareta Navxwe yê Iraqê general Sedî Meîn derbarê naveroka civînê de ji Rûdawê re ragihand: “Civînekî berhemdar hate kirin. Atmosfereke erênî ji bo hev fêmkirinê hebû. Di destpêka civînê de silavên Serokwezîr Heyder Ebadî me gihande şanda mêhvan. Şanda Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûr û yasayan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayeke eşkre helwesteke erênî nîşan da.”
Meîn herwiha got: “Sedema kifikîbûna hinek pirsgirêkan nebûna peywendiyan û guftûgoyan e. çimkî peywendiyên rast ên di navbera wezaretan de, dibe sedema çareseriyên bi mînak. Bi taybetî jî piraniya hûrgûliyan bi wezaretên navxwe ve têkildar in. Weke rêveberiya rêgezname û pasaportan, karên nîştîmanî û fermangehên din. Lewma di civînê de ji hevfêmkirineke pir baş hebû.”
Meîn eşkere kir, ku ji bo hûrgûlî û gotûbêjkirina ser pirsgirêkan, roja Duşemê 15-01-2017 dê civîneke din jî were kirin.
Hêjayê gotinê ye, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê, ev yekemîn şanda fermî ya Herêma Kuredistanê ye, kuy di asta wezareta navxwe de serdana Bexdayê dike.
Nivîs: Necmî Salih