Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

HAT NUKIRIN - Li paytext du êrîşên xwekujî: Kuştî û birîndar hene

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Rûdaw
Rûdaw

Bexda (Rûdaw) –  Li taxa Eden a Bexda ya paytexta Iraqê di dema derbasbûna karvana otomobîlên Serokê Encûmena Parêzgeha Bexdayê de êrîşeke xwekujî pêk hat. Li gorî agahiyan herî kêm 2 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Herwiha di êrîşeke din ê xwekujiyê de 8 kes mirin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

 

Îro danê êvarî 13-01-2018, li taxa Eden a bakûrê Bexdayê, dema karvana otomobîlên Serokê Encûmena Parêzgeha Bexdayê Riyaz Ezas derbas dibû, teqînek pêk hat.

 

Li gorî agahiyan di êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne, ku di nava wan de pasevanên serokê encûmena parêzgehê jî hene.

 

Wezareta Navxwe ya Iraqê êrîş piştrast kir lê behsa kuştiyan nekir. Wezaretê da xuyakirin, ku çend kes birîndar bûne.

 

Herwiha Serokê Encûmena Parêzgeha Bexdayê Riyaz Ezas jî eşkere kir, ku êrîşê pasevanên wî kiriye amanc û di encamê de pasevanekî wî hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.

 

Heta niha jî ti aliyekê berpirsiyariya êrîşê li xwe negirtiye.

 

Ev teqîn di demekê de ye, ku îro li kolana Mûzdehîm a Bexdayê, li xaleke derbendê ya polîsan de êrîşeke din ê xwekujiyê pêk hat û di encamê de 8 kes mirin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

 

Heta niha jî ti aliyekê berpirsiyariya êrîşê li xwe negirtiye.

 

Nivîs: Necmî Salih

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.672 seconds