Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Iraq: Şanda Kurdistanê tê Bexdayê

Ji aliyê RÛDAW 13-9-2017
Alên Kurdistan û Iraqê
Alên Kurdistan û Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî Hevpeymaniya Niştimanî ya şîeyên Iraqê îdia kir, ku şanda Herêma Kurdistanê dê heftiya bihê serdana Bexdayê bike.

 

Berpirsê Dosyaya Kurd di Hevpeymaniya Niştimanî ya şîeyên Iraqê de, Ebdullah Zeydî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Îro Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên pêwendî bi me re kir û ji me re ragihand, ku dê heftiya bihê şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

 

Ebdullah Zeydî got, biryar e şanda Kurdistanê roja duşembiyê bi serokatiya Dr Roj Nûrî  Şawêys serdana Bexdayê bike û pêş serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî y abo Amerîkayê, bi wî re bicive.

 

Zeydî destnîşan kir, ku şanda Herêma Kurdistanê herwiha dê bi Hevpeymaniya Niştimanî re jî hevdîtinê pêk bîne.

 

Aliyê Kurdistanî derbarê daxuyaniya berpirsê şîe yê Iraqê û serdana şandeke Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de ti daxuyanî nedaye. Rûdawê pêwendî bi Serokatiya Herêma Kurdistanê kir, lê belê ti bersivek li ser vê mijarê bi dest nexist û pêwendî berdest nebûn.

 

Pêştir û piştî diyarkirina dema sazdana referanduma Herêma Kurdistanê û pêkanîna Encumena Bilinda Referandumê, şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û li gel Serokomar Fuad Mehsûm, Serokwezîr Heyder Ebadî, Hevpeymaniya Niştimanî ya şîeyan û çendîn aliyên dinên siyasî yên iraqî re civîn pêk anîbû.

 

Herwiha biryar bû, ku şandeke Iraqê û bi taybet Hevpeymaniya Niştimanî jî serdana Herêma Kurdistanê bike, lê belê serdana wan nehat kirin.

 

Hikûmeta Iraqê li dijî encamdana referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ye û wê yekê weke pêngavekî neyasyaî û nedestûrî dibîne, lê belê Herêma Kurdistanê helwesta Bexdayê red dike û tekezî li ser destûrîbûn û yasayîbûna mafê diyarkirina çarenivîsa milletê Kurdistanê dike.

 

Biryar e referanduma Herêma Kurdistanê di 25ê vê mehê (Îlon) de were encamdan.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

seranser | 2017-09-19 8:15:55 AM
Bi gotinên tirkan bawer nekin. Derewan dikin u dû re dibêjin em hatine xapandin.
Bernas | 2017-09-19 9:08:28 AM
Belé, belé, em dibín in, ka ew li cem we bixwe çawa huya dibe. Armanc ew e, "kurdino, nebin dewlet". wekí din hertist li ber lingén we ye, ango...
Çavuşoglu: Em amade ne garantoriya mafên kurdan bikin
| 12 demjimêr berê | (3)
Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| 23 demjimêr berê | (1)
cn | 2017-09-18 9:23:42 PM
begmoan tu de peshgerie le axa iraqe kei, beje bochi? serhendera ku kurdistan boie cehe kari bo terkya her terkya nerazibunaxo dyardeket. ev...
Çavuşoglu: Em gefên rasterast li Kurdistanê nakin
| Duh vî demî 11:04 | (1)
Bernas | 2017-09-18 4:51:15 PM
Dawí li koletí hat. Kurd édín wé qebúl nakin. Bes Tirkíye bo pesnúme xwe li hevpeymanekí digere. Bawer nakim, ku Fransa di vé qedße de ji wan re bibe...
Sherif | 2017-09-18 8:05:25 PM
Ci hevi di dijminde heye ji bili xerabye erdogan bici heqi navbenkaryawi qebule werankirna bakure kurdistane nebese?
Tirkiye û Fransa bo referandumê projeyeke hevbeş amade dikin
| Duh vî demî 06:17 | (2)
0.437 seconds