Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Wezîra Tenduristiyê destûr neda Tirkmen kursiyên Kurdan dagrin

Ji aliyê RÛDAW 14-1-2018
Wezîra Tenduristiyê Edîla Himûd
Wezîra Tenduristiyê Edîla Himûd

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tenduristî ya Iraqê hemû guhertinên di rêveberî û kargêrî yên rêveberiya tenduristiya Kerkûkê yên piştî bûyerên 16ê Cotmehê hilweşand. Bi vî awayî wezaretê qebûl nekir kursiya rêveberên Kurd ji aliyê pizîşkên Tirkmen ve were dagirtin.  

 

Roja 13ê Kanûna 2017ê, parêzgarê bi wekalet ê Iraqê Rakan Seîd nivîsînek ji Wezareta Tendursitî û ofîsa Wezîra Tenduristiyê ya Iraqê re şand û daxwaz kir, ku li gorî rewşa nû ya Kerkûkê û ji bo garantîkirina hevsengiya di rêveberiyên parêzgehê de, hemû rêveberiyên fermangehên tendursitiyê yên bajar werin hilweşandin.

 

Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê herwiha daxwaz kir, ku bêyî agahdariya parêzgar ti guheertin an jî raspartinek di postê serokên beşan de neyê kirin.

 

Ev daxwazên parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê piştî wê yekê hat, ku roja 7ê Mijdara 2017ê, li ser daxwaza parlamenterê Tirkmen Niyazî Mîmaroglu û Rêveberê Giştî yê Tenduristî ya Kerkûkê Husên Îbrahîm, 3 pizîşkên Tirkmen di rêveberiya beşên fermangehên tendurustî ya Kerkûkê de, di dewsa pizîşkên Kurd de hatibûne destnîşankirin.

 

Roja 7ê Çileya 2018ê, ofîsa Wezîra Tenduristî ya Iraqê bersiv da daxwazên Rakan Seîd û ragihand: “Bi biryara Wezîra Tenduristiyê Edîla Himûd, hemû fermanên di guhertina rêveberî û kargêriyan de hatiye hilweşandin. Biryar hatiye dayîn, ku li rêveberiyên tendurustiya Kerkûkê, di serokên beşan de, bêyî razîbûna Wezîra Tendurustiyê, ti kes neyên destnîşankirin an jî neyên raspartin.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

Nîşankirin : Tenduristî, Iraq, Kerkûk
353 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.391 seconds