Daxuyaniya Ebadî li ser pêşmerge, mûçe û firokexaneyên Kurdistanê

14-03-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokwezîr Heyder Ebadî Mûsil Pêşmerge Firokexaneyên Kurdistanê Mûçe
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku îro bi serdanekê çûye Mûsilê, di gotarekê de behsa şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, vekirina firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê serkevtinên pêşmerge û çend mijarên din kir.

 

Heyder Ebadî derbarê vekirina firokexaneyên Herêma Kurdistanê de ragihand: “Em naxwazin zulmê li ti kesî bikin, duh me ferman derxist ku di çaçroveya destûrê de firokexaneyên Herêma Kurdistanê werin vekirin. Dê desthilata federalî li firokexaneyan hebe, birayên herêmê razî bûne bi desthilata federalî li firokexaneyan û wan jî dest bi rêkarên vekirina firokexaneyan kirine.”

 

Derbarê şandina mûçeyên fermanberên Kurdistanê de jî Ebadî got: “Em xelkê Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku em dê mûçeyan bişînin, lê belê em dixwazin piştrast bin ku mûçe dê biçe berîka kesên hêja de, wê yekê jî pêwîstî bi hinek karên teknîkî heye.”

 

Serokwezîrê Iraqê behsa pêşmerge jî kir û ragihand: “Pêşmerge û Artêşa Iraqê li Mûsilê pêkve şerê DAIŞê kirin û serkevtin bi dest xistin.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst