Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Çar aliyên Kurdistanî tevlî danûstandinên pêkanîna hikûmetê nabin

Ji aliyê RÛDAW 14-6-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Pêkanîna mezintirîn fraksyona Şîe li Bexdayê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ber bi dawiyê ve diçe, lê nêrîna aliyên siyasî yên Kurdistanî li ser wê hevpeymaniyê ciyawaz e, ku her yek ji Muqteda Sedir û Hadî Amirî serokatiya wê dikin.

 

PDKê û YNK bê dudilî piştgrya hevpeymaniya pêkhatî ya di navbera Saîron û Fetih de dikin.

 

Berdevkê YNKê, Seidî Ehmed Pîre di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand, Sedir û Amirî hez dikin ku PDK û YNK tevlî hevpeymaniya wan bibin.

 

Tevgera Gorran, Yekgirtû, Hevpeymanî û Komela Îslamî jî naxwazin biçin nava ti gotûbêjên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê û bi ti aliyekê re nabin hevpeyman jî, heta dema ku bersiva giliyên wan ên derbarê encamên hilbijartinan de têne dan.

 

Ew her çar aliyên siyasî dê li benda bersiva wan doza bin, ku li dijî encamên hilbijartinên 12ê Gulanê pêşkêş kirine.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadwerperiyê ragihand, divê beriya her tiştî dengên wan ku bi gotina wan hatine dizîn, bêne vegerandin.

 

Rûdawê zaniye, ku ev heyameke Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve, Qasim Sulêymanî bi armanca pêkanîna mezintirîn hevpeymaniya Şîye li Bexdayê ye, û hewl dide ku Şîe û kurdan ji hev nêz bike.

 

Berdevkê YNKê, Seidî Pîre dibêje: “Em hemû core nêzîkbûnekê li Bexdayê bê dudilî pesend dikin û me heman hez û xwastek ji wan jî dît, ku li bendê ne kurd beşdarî di wan gotûbêjan d ebike.”

 

Fermandarê Supaya Quds a Îranê, Qasim Sulêymanî li Bexdayê li ser hewlên xwe bo nêzîkkirina şîeyan ji hev dixebite û herwiha li gorî agahiyan hewla nêzîkbûna aliyên Kurd û Şîe jî dide.

 

Seidî Pîre li ser wê yekê dibêje, Îranê Bexda vala nekiriye û em jî weke aliyên din ên Kurdistanî nakin ku her mijûlî meseleya saxtekariyê ne.

 

Pîre destnîşan kir: “Îran her li Bedayê ye û nehatiye ku biçe, blayozxaneya wan li Bexdayê heye, birêz Qasim Sulêymanî serpireştiya şerê DAIŞê dikir li beşa Îranê. Aliyên din ragihandine, heta ku giliyên me yekalî nebin, em beşdarî di ti gotûbêjan de nakin. Me rêz heye bo gotina wan, lê belê em li gel PDKê gotûbêjê dikin li ser wan mijaran.”

 

Berdevkê Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê, Rêbwar Kerîm ji Rûdawê re ragihand: “Karê me yê herî sereke, geryana li pey dengên me yên dizî ye, eger di wê dema ku dadgehê û komîsyonê û aliyên pêwendîdar diyar kirine, mafên me vegerandin, wê demê em dê gotûbêjê li ser pêkanîna hikûmetê û hevpeymaniyan dest pê bikin.”

302 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.656 seconds