Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Awareyên Mûsilê naxwazin di bin guvaşa Heşda Şeibî de vegerin

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Welatiyên ku ji Mûsilê aware bûne: "Awarebûn ji bindestiyê baştir e."

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Heşda Şeibî biryar daye ku eger her awareyek venegere deverên kontrolkirî yên Mûsil û Deşta Neynewayê, dê dest deynin ser mal û mulkên wan. Awareyên wan deveran nîgeran in ji karên ku Heşda Şeibî li cih û warên wan dikin û dibêjin: “Em vegerin jî emê neyên parastin, lewma awarebûn baştir e ji bindestiyê.”

 

Awareyên ku li nav kampên Başûrê Kurdistanê niştecih in, ne amade ne di bin zext û guvaşê de vegerin, lê hin welatî ji tirsa mal û mulkê xwe vegeriyane cih û warên xwe.

 

Welatiyekî bi navê Mîqdad Meşan ku ji Mûsilê aware bûye diyar kir: “Hin kes hene ku ji bo pere û mûçeyên xwe neçar in vegerin û hin kes jî guh nadin kerameta xwe, çi ji wan re were gotin qebûl dikin, lê hemû Mûsilê li ser min tapo bikin jî ez venagerim, çimku dizanim zilm û sitema milîsan li hember me çawa ne.”

 

Piştî biryara çekdarên Heşda Şeibî, ji kampên Xazir, Hesen Şam û Sêvdînan nêzîkî pênc hezar malbat bi neçarî vegeriyan. Muxtarên wan kampan, sedema vegera awareyan weke guvaşa Heşda Şeibî, serdestiya milîsên şîe yên li Mûsilê û lawaziya hikûmetê nîşan didin.

 

Muxtarê awareyên kampa Sêvdînan Muslim Mihemed aşkere kir: “Ji ber guvaşa Heşda Şeibî, piraniya xelk vedigerin Mûsilê, çimku malên wan têne dagîrkirin, yan jî ew kes in ku mûçe werdigirin û mûçeyên wan tên birîn, lewma xelk ji tirsan vedigerin. Heşda Şeibî serdest e li Mûsilê, gotina hikûmetê derbas nabe, ji ber vê yekê neçar in di jiyana ne xweş a Mûsilê de û di bin destê Heşda Şeibî de bijîn.”

 

Her çi qas biryara Heşda Şeibî hin aware neçar kirine ku vegerin, lê gelek aware ji ber guvaşa Heşda Şeibî amade nînin vegerin cih û warên xwe. 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 22 demjimêr berê | (2)
salman | 2018-02-19 7:56:34 PM
ne Sîr û ne jî Pìvaz.... herdû pêxwaz bash dizanin ku herdû nakin çend banot.... ne Pirçên wan kes dikrêt û ne jî xwîna wan bi kêra tishtek nayêt.......
Ebadî û Malikî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan dibe
| 11-1-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| Duh vî demî 06:50 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| Duh vî demî 11:52 | (1)
0.734 seconds