Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Ellawî: Bila Hewlêr û Bexda demildest gotûbêjê bikin

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî
Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî pesnê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hember biryara Dadgeha Federalî da û daxwaza demildest destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

 

Eyad Ellawî îro Sêşemî di daxuyaniyeke nivîskî de pêşwazî li helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê biryara Dadgeha Bilinda Federal de kir.

 

Ellawî ragihand: "Her ji yekem roja krîza referandumê û encamên wê ku cihê xemê bûn, me tekezî li ser pêwîstiya diyalogê di bin siya Destûrê de weke tekane çareser bo wan krîzan kir. Ji vê nêrînê ve me destpêşxeriyeke niştimanî pêşkêş kir, ku cihê giringîdana berfireh a navxweyî, herêmî û navdewletî bû."

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê pesnê helwesta herî dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da û got, ku Hewlêrê tekezî li ser rêzgirtina ji biryara Dadgeha Bilinda Federalî kiriye, û pesend kiriye, ku Iraq welatekî komarî, parlemanî, demokratîk e û rêzê li yekîtiya xaka Iraqê digire.

 

Eyad Ellawî diyar kiriye, ku ew helwesta nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê zemîneyeke baştir bo diyalogeke aşkere û şefaf çê bike, ku bi gotina wî berjwendiya bilind a Iraqê bixe serî hemû berjewendiyan û bibe sedema çareserkirina gişt xalên nakok.

 

Ellawî di beşeke din a daxuyaniya xwe de daxwaza destpêkirina demildest a gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina pirsgirêkan jî kiriye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 22 demjimêr berê | (2)
salman | 2018-02-19 7:56:34 PM
ne Sîr û ne jî Pìvaz.... herdû pêxwaz bash dizanin ku herdû nakin çend banot.... ne Pirçên wan kes dikrêt û ne jî xwîna wan bi kêra tishtek nayêt.......
Ebadî û Malikî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan dibe
| 11-1-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| Duh vî demî 06:50 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| Duh vî demî 11:52 | (1)
0.672 seconds