Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Berpirsên şîe: Divê Necmedîn Kerîm bi darê zorê were dûrxistin

Ji aliyê RÛDAW 15-9-2017
Bexda

Bexda (Rûdaw) -  Parlamentoya Iraqê biryara dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm da. Serkirdeyên şîe jî dibêjin, divê ji bo dûrxistina Necmedîn Kêrim hêz were bikaranîn.  

 

Roja Pênşemê (14-09-2017), 173 parlamenterên şîe, sunnî û tirkmen ên Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de ji bo dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm deng dan. Parlamenterên kurd jî ev rûniştin boykot kirin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî jî ji bo dûrxistina Kerîm hewl daye û ji parlamenteran xwestiye dengê xwe li dijî Parêzgarê Kerkûkê bikar bînin.

 

Parlamenterên şîe, sûnnî û tirkmen dixwazin, eger Necmedîn Kerîm li ser biryara parlamentoyê dest ji kar bernede, li dijî wî hêz were bikaranîn.

 

Parlamenterê tirkmen Niyazî Mîmaroglu ji Rûdawê re ragihand: “Sedema biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji ber biryara referandûmê û bilindkirina Ala Kuridstanê bû. Lê dosyaya wî tejî pirsgirêk e.”

 

Piraniya parlamenterên şîe di rûniştina parlamentoyê de amade bûn. Serkirdeyeke şîe jî amaje bi bikaranîna dare zorê kir.

 

Serkirdeyê Hevpeymaniya Nîştîmanî Hesen El-Şemerî got: “Desthilata Serokwezîr heye ji bo cîbicîkirina vê biryarê hêzê bikar bîne. Li gorî desthilata yasayî dikare bi dare zorê vê biryarê cîbicî bike.”

 

Parlamenterê sûnnî Xalid Meferecî jî di wê baweriyê de ye, ku Parêzgarê Kerkûkê di biryarên xwe de yekalî helwest wergirtiye û di Kerkûkê de hebûna ereb û tirkmenan piştguh xistiye.

 

Lê Cîgirê Serokê Koma PDKê li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdûllah diyar kir: “Bi nêrîna min divê serkirdetiya kurd biryarê bide û parlamenterên kurd ji Parlamentoya Iraqê vekêşin. Divê êdî em neçin parlamentoyê. Ew biryarên ku parlamento jî dide em qebûl nakin. Biryara li dijî Necmedîn Kerîm jî bê nirx e, çimkî bi nêrîna me parlamento ya erebî ye.”

 

Serokwezîrê Iraqê li gorî madeya 21 a sala 2008ê, daxwaza dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm kiribû û Parlamentoya Iraqê jî ev pêşniyar pesend kiribû.

 

Şîrove

 
Malabadéya Silivana Diyarbekiré | 15-9-2017
Bi xwedé li welaté pé$vecuyí te naxin gavan. Li welaté ku lé xwedin u nívisandin heye bawerí bi wan nayé ku bikaribin 2 célek,2 mange ango 2 gamé$ teslimé te bikin, Lé li Bexdayé tu buyi "parlamenter" Gava kesé weki te (u típa te) bube "parlementer" halé Iraqé Xerabe u tu car ber bi ba$íyé ve nece. Gava ku gelé erebén iraqé ew gel be, raste tu ji "parlementeri"
591 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kelemê Rizî | 2018-02-13 6:53:11 PM
Ji bo ku Ereb kar biken !
Iraq firokexaneyên Kurdistanê bo Umrê vedike
| 13-2-2018 | (1)
Sofi | 2018-02-11 1:44:50 PM
Başe kanî mafê Kurdên Bakur? Li Başur û Rojavayê Kurdistanê mafê Kurdan heye ku xweî dewlet bin lê Lê Tirkî yê ti mafên Kurdan tûne be.
Serokê Saadetê yê Amedê: Mafê Kurdan ê dewletbûnê heye
| 11-2-2018 | (1)
YEKDUDUSISE | 2018-02-11 8:57:43 AM
Xwude Alîkare Kurda bi.
HSD: Hêzên me li Efrînê 2 helîkopter xistin xwarê
| 11-2-2018 | (1)
ahmad osso | 2018-02-10 10:15:05 PM
از كلكي كيف خوشتبم
Hunermend Birader bo piştgiriya Efrînê stranek çê kir
| 7-2-2018 | (1)
0.656 seconds