Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Termên çekdarên DAIŞê niştecihên Mûsilê bêzar kirine

Ji aliyê RÛDAW 17-5-2018
Mûsil

Mûsil (Rûdaw) – 10 meh di ser têkbirina DAIŞê re derbas bû û niha termên çekdarên DAIŞê xelkê Mûsilê bêzar kirine. Bêhna miriyan hêj li ser bajêr bilind dibe.

 

Herî zêde li aliyê rojavayê Mûsilê şer û pevçûn qewimîbû, ji ber vê yekê wî aliyê Mûsilê weke bajarekî wêran xuya dike.

 

Li rojavayê bajarê Mûsilê hêj metirsiya bombe û TNT yên neteqiyayî heye. Tîmên Berevaniya Şaristaniyê dibêjin ku li gor daxwaza xelk û şarezayan bajêr paqij dikin, lê wê yekê jî îtiraf dikin ku bombeyên vedayî li ber wan astengî dikin.

 

Serokê Berevaniya Şaristaniyê ya Neynewayê Seid Husên dibêje: “Em li gor gilî û gazindan tevdigerin, ji ber ku ev der devereke gelek mezin e û çek û bombeyên neteqiyayî hene, vê yekê karê me girantir kiriye. Em li gor tiştên ku ji me re tên gotin dixebitin. Çimku ev der %100 nehatiye paqijkirin.”

 

Berevaniya Şaristaniyê ya Neynewayê xwestiye ku beriya meha Remezanê hewldanên xwe yên derxistina hestî û bermahiyên çekdaran zêde bike, tenê  roja sêşemê 150 term derxistine.

 

Hêjayî gotinê ye ku termên têne derxistin, ne tenê yên çekdarên DAIŞê ne, amarên nefermî yên rêxistinên navdewletî amaje bi kuştin û mirina 40 hezar kesan dikin ji destpêka şerê kontrolkirina Mûsilê heta dawiyê wê.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.688 seconds