Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Parlementerên Iraqê bi mistan li hev xistin

Ji aliyê RÛDAW 18-9-2017
Şaxewan Ebdullah

Bexda (Rûdaw) – Îro li Parlementoya Iraqê di dema diyarkirina endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê de ji ber nakokiya suniyan û nerazîbûna bi endaman, di navbera parlementerên sunî de şer derket.

 

Peyamnêrê Rûdawê Akam Fehmî ji Bexdayê ragihand, ku di rûniştina îro ya Parlementoya Iraqê de di navbera aliyên sunî xirecir derket û piştre şer çêbû.

 

Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah li ser şerê suniyan ê li parlementoyê ji Rûdawê re diyar kir: “Îro gotûbêja mijara dengdana li ser komîsyonê hate kirin. Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ji bo ku fraksiyonên Kurdistanî beşdarî civînê bike, hewleke mezin da. Em jî bi taybetî weke PDK û YNK ku endamên me hene li komîsyonê, ji bo me mijara neteweya me giringtir e. Mijara Kerkûkê û gelek mijarên din em nekin qurbaniya vê keysê. Ji ber vê yekê, me di destpêkê de biryar da ku vê rûniştinê boykot bikin.”

 

Şaxewan Ebdullah herwiha got: “Îro jî li ser vê boykotkirinê û neçûna parlementoyê em berdewam bûn.” û diyar kir: “Duh li gel Serokê Parlementoyê me li hev kiribû ku mijara Kerkûkê bixin pêşiya mijara komîsyonê, lê Serokê Parlementoyê careke din rêkevtina me paşguh kir. Me jî rûniştin boykot kir.”

 

Ebdullah weke din aşkere kir: “Di dema dengdana komîsyonê de li gor suniyan, endamên ku hatine diyarkirin, suniyên Malikî ne û mafên suniyan naparêzin. Ev jî heye ku Dewleta Yasa pêdagirî li ser hilbijartina wan endaman dike û ev dide xuyakirin ku zext û fişara Nûrî Malikî li ser Serokê Parlementoyê Selîm Cibûrî heye. Piştî wê wisa bû ku li nav parlementoyê bi mistan li hev xistin.” 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
710 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| 17 demjimêr berê | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 16 demjimêr berê | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| Duh vî demî 12:17 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.375 seconds