Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Fuad Husên tekezî li pêşxistina aboriya Iraqê kir

Ji aliyê RÛDAW 18-11-2018
Civîna Fuad Husên û Balyozê Almanya yê li Iraqê, îro Yekşembî 18ê Mijdara 2018. Wêne: Malpera Wezareta Darayî ya Iraqê
Civîna Fuad Husên û Balyozê Almanya yê li Iraqê, îro Yekşembî 18ê Mijdara 2018. Wêne: Malpera Wezareta Darayî ya Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Yê Bo Karûbarên Aborî û Wezîrê Darayî yê Iraqê, Dr. Fuad Husên ragihand, hikûmet di qonaxa pêşerojê de tekezî li ser pêşxistina serktoa aborî û dabînkirina xizmetguzariyan û derfetên kar dike.

 

Îro Yekşembî 18ê Mijdara 2018ê, Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn kir û di civîna li gel wî de, tekezî li ser xwesteka Iraqê bo hebûna pêwendiyeke bihêz li gel Almanyayê kir.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Iraqê, di civînê de Fuad Husên amaje bi wê yekê kiriye, ku bernameya hikûmeta nû ya Iraqê piştgirêdayî pêşxistina sektora aborî û têkoşîna li dijî gendeliyê ye.

 

Fuad Husên herwiha daye xuyakirin, bernameya nû ya hikûmeta Iraqê bi pêkanîna kultura qebûlkirina guhertinê û nûbûnê, bi alîkariya dostên Iraqê û bi rêya pêşxistina kadroyên iraqî bi mifawergirtina ji şiyan û şarezayiya Almanya di warê rêvebirina saziyên hikûmetê de tê cîbicîkirin.

 

Fuad Husên herwiha ragihandiye, hikûmeta nû ya Iraqê ji bo giringîdana bi sektora taybet bernameya xwe heye, ji bo ku di vejandina aborî û jêrxana Iraqê de alîkar be.

 

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa pêwendiyên aborî û bazirganî yên navbera herdu welatan hat kirin. Herwiha herdu aliyan behsa hemû wan faktoran jî kirin, ku ji pêşxistina pêwendiyên herdu welatan re û ji bo berjewendiyên herdu aliyan dibin alîkar.


وزير المالية يزور الحكيم ويبحثان مشروع قانون الموازنة العامة 


Li aliyekê din her îro Fuad Husên serdana Serokê Bizava Hikme ya Niştîmanî, Emmar Hekîm kir.

 

Di civînê de, herdu aliyan derbarê projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2019 û tijîkirina postên wezaretên mayî yên kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê de gotûbêj kirin.

 

Tevî ku kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokwezîrtiya Adil Ebdulmehdî dest bi karê xwe kiriye, lê hêj postên 8 wezaretan bê wezîr mane û aliyên siyasî li ser danîna wezîran li hev nekirine.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.172 seconds