Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Ebadî ber bi Amerîkayê ve kete rê

Ji aliyê RÛDAW 19-3-2017
Serokwezîrê Iraqê dest bi geşta xwe ya bo Amerîkayê kir
Serokwezîrê Iraqê dest bi geşta xwe ya bo Amerîkayê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya vexwandineke fermî de, îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tevî şandekê ber bi Amerîkayê ve birêket. Nûnerê Herêma Kurdistanê jî di şanda li gel Ebadî de cih digire.

 

Êvariya îro yekşemî 19ê Adara 2017ê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser vxwandina fermî ya Rêveberiya Koşka Spî, geşta xwe ya ber bi Amerîkayê ve dest pê kir û tevî şandekê ber bi wî welatî ve kete rê.

 

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, biryar e di vê serdanê de, Heyder Ebadî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinê bike .

 

Di daxuyaniyê d eherwiha tê gotin, ku Ebadî dê di serdana xwe de bi çend berpirsên din ên Amerîkayê re û ji wan Cîgirê Serokê Amerîkayê, Wezîrê Derve Re xTillerson, Serokê Kongreya Amerîkayê re jî bicive.

 

herwiha Serokwezîrê Iraqê biryar e ku çend hevdîtin û civînan jî bi endamên Kongreyê û Encumena Senato ya Amerîkayê re pêk bîne.

 

Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê daye xuyakirin, ku pêkanîna wan civîn û hevdîtinan ji aliyê Ebadî ve, ji bo paşxistin û bihêztirkirina hevakrî û pêwendiyên navbera Washington-Bexdayê di warên ewlehî, leşkerî, aborî û warên din de ye.

 

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, Heyder Ebadî herwiha dê beşdarî di civîna wezîrên derve yên welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê de bike, ku biryar e li Washingtonê birêve biçe.

 

Nûnerê Herêma Kurdistanê jî tevî şanda bi Ebadî re diçe Amerîkayê.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Hisên weke nûnerê Herêma Kurdistanê di şanda Iraqê de ye.

 

Serokwezîrê Iraqê herwiha li Washingtonê dê bi berpirsên çend dezgeh û rêxistinên navdewletî re jî  hevdîtinê bike.

338 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-05-22 9:50:38 AM
Ev artêsh mîna DAISHÊ û El Nusra ye. Hic farq nîne, tenê li rûyê wan binêrin. Rîyê xwe berdane, weka DAISHê berê. Mixabin tirkîyê daxwaza Dewleta...
Tirkiye artêşeke nû li bakurê Sûriyê ava dike
| Duh vî demî 11:47 | (1)
Kurdo | 2017-05-21 7:26:34 AM
Rewşa Bakurî Kurdistanê li Turkîyê,bi hewcehî Serokekî milî nasyare ne bi hewcehî nîv Serokeka bi ldîloceyeka dem bi serve çûye hatî perwerde...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-05-21 4:59:50 PM
Xanima Serpil, Nexşerê eve: 1➡ bi Kurdî biaxivin û binvîsin û Dest ji Axiftina Tirkî û Nivîsên Tirkî berdin. 2➡ Cilê Kurdî li xwe bikin, Cilên Kurdî...
Hevseroka nû ya HDPê: Em li ser nexşerêyeke nû dixebitin
| 20-5-2017 | (2)
Suleyman Inci | 2017-05-21 10:16:54 AM
Newsirvan rebereki Akademik bu xebata wi ji bo Kurdistan ke demokrati bu diji bertilxwarine u gendeli ye bu. Xwede rehma xwe leke sere malbata We ,wi...
Simo | 2017-05-21 4:21:19 PM
Suleyman lncî,law tû Qasim Suleymanî nas nakî kîye,heger Qasim Suleymanî Hevalê Kurdekî be,bila ew Kurda,ji xwe re,nebêje ez Kurdim.Qasim Suleymanî...
Ji Qasim Sulêymanî peyama serxweşiyê
| 21-5-2017 | (2)
Aarif | 2017-05-20 6:38:50 PM
Bi rêz kak, azîzakanim, li ser pirsa rêya rastîya PKK û methodologia PKK ez bi xwe ne bawerim xeltî hebêtin, ji ber hindê, ji bo çi ? di sereta de,...
lolozano | 2017-05-21 6:03:16 AM
Sedemên leşkerî û sedemên sîyasî û civakî û Dewlet,berê PKKê didet xeletîyan gotinên hemî rastin û nesîhetên te,tû li PKKê dikî,tevî wisa PKKê,ne...
Bakura PKKê
| 18-5-2017 | (2)
0.468 seconds