Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Li Parlementoya Iraqê cardin şer derket

Ji aliyê RÛDAW 19-9-2017
Weke duh, îro jî li Parlementoya Iraqê şer derket

Bexda (Rûdaw) – Li Parlementoya Iraqê di rûniştina îro de, weke duh cardin şer derket.

 

Biryar bû îro li ser endamên desteya nû ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dengdan were kirin. Lê ji ber nakokiyên navbera aliyên siyasî, di navbera parlementerek û Serokatiya Parlementoya Iraqê de şer derket.

 

Peyamnêrê Rûdawê Akam Fehmî ji Bexdayê ragihand: “Cara duyem e ku li nav Parlementoya Iraqê şer çêdibe. Duh jî di rûniştina parlementoyê de li ser endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê di navbera aliyên sunî de şer derketibû. Îro jî li ser heman mijarê, şer çêbû.”

 

Peyamnêrê me diyar kir, ku şerê îro di navbera parlementerê Hevpeymaniya Medenî yê bi navê Fayeq Şêx Elî û Serokatiya Parlementoya Iraqê de qewimî û ev şer jî li ser mijara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bû.

 

Endamê Fraksiyona Tevgera Goranê yê li Parlementoya Iraqê Emîn Bekir di derbarê aloziya li parlementoyê de ji Rûdawê re ragihand: “Em beşdarî rûniştinên parlementoyê nabin, em rûniştinan bokyot dikin. Lê arîşe li ser mijara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ne, ku çendîn kes li gor dabeşkariya navbera partiyan bo komîsyonê tên danîn. Me jî ji aliyê xwe ve, ew mekanîzma red kir.  Niha jî arîşeya wan her li ser redkirina wan kesan e.”

 

Emîn Bekir bal kişande ser wê yekê: “Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî li nav wan 9 kesan e ku ji bo komîsyonê namzed bûne. Di heman demê de ji partiyên din nûnerên beşeke mezin heye û dixwazin vê mijarê derbas bikin. Li hember vê jî, li aliyê din komek heye ku dixwazin endamên komîsyonê ji dadgeran pêk were, ango kesên bêalî bibin endamên desteya nû ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê.”

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
889 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 6 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 10 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 8 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 11 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.421 seconds