Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

KERKÛK - Bexda li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê derket

Ji aliyê RÛDAW 20-3-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Ofîsa Serokwezîriya Iraqê Seid Hedîsî ragihand, pêwîst e tenê Ala Iraqê li Kerkûkê were hildan û da xuyakirin, ku bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê karekî nedestûrî ye û ew tevgeriyana yek alî nred dikin.

 

Berî çend rojan parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm biryarek derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hemû sazî û dezgehên Kerkûkê derxistibû û daxwaz ji Encumena Parêzgeha Kerkûkê jî kiribû, ku di civîneke xwe de vê biryarê pesend bike.

 

Herwiha îro di merasîma pîrozbahiyên Cejna Newrozê de, Ala Kurdistanê li ser Kelha Dîrokî ya Kerkûkê hat bilindkirin û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî di axavtinekê de diyar kir, ku êdî li Kerkûkê li kêleka Ala Iraqê, Ala Kurdistanê jî tê bilindkirin.

 

Li hember bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê, Bexdayê bertek nîşan da.

 

Berdevkê Ofîsa Serokwezîriya Iraqê, Seid Hedîsî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Destûra Iraqê bi zelalî desthilatên hikûmetên xwecihî yên parêzgehan û desthilata hikûmeta federalî li Bexdayê diyar kiriye. Herwiha desthilata wan parêzgehan jî diyar kiriye, ku ser bi ti herêmekê ve nînin, Kerkûk yek ji wan parêzgehan e.

 

Hedîsî herwiha got: “Ji sala 2003ê ve urfeke siyasî heye ku kar pê tê kirin, her ji ber wê jî ti aliyek nikare berovajiyê vê yekê pêngavan bavêje. Me li gel parêzgehan komîteyeke bilind a hevrêziyê heye û bi şêweyeke xûlî civînên xwe yên asayî pêk tînin û ti arîşeyek jî nebûye.”

 

Li ser pirsyara ku, Kmerkûk herêmeke arîşedar ên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, gelo dibe ku alên her du aliyan li wê derê werin bilindkirin, Seid Hedîsî wiha bersiv da:

 

“Heta niha ew dever di bin kontrola desthilata hikûmeta federal de ne, ji ber wê yekê jî li deverên din ên li derveyî Herêma Kurdistanê, ji bilî Ala Iraqê nabe ku ti aleke din li ser saziyan were bilindkirin. Ev yek tenê di desthilata hikûmeta federalî de ye û Kerkûk jî di çarçoveya wan parêzgehan de ye û pêwîst e ku twnê pabendî hilkirina Ala Iraqê be.”

 

Berdevkê Ofîsa Serokwezîriya Iraqê tekez kir, ew her cure rêkar û tevgereke yekalî ji aliyê hikûmetên xwecihî yên parêzgehan ve red dikin û got, ku tevgerên wisa berovajiyê destûra Iraqê û desthilatên parêzehan e.

 

Seid Hedîsî di beşeke din a daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Yasaya rêveberiya parêzgehan, Herêma Kurdistanê li xwe nagire û xwediyê parlamento, hikûmet û yasaya taybet a xwe ye, ji ber wê jî Ala Kurdistanê li kêleka Ala Iraqê hatiye bilindkirin û ti pirsirêkek jî nîne, lê belê bo parêzgehên din, ev yek berovajiyê destûr û yasayên heyî ye.”

 

Li ser bertek û helwesta Tirkiyê ya li hember hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî, Hedîsî ji Rûdawê re got: “Ev yek mijareke navxweyî ye û ti pêwendî bi ti welatên din ve nîne.”

 

Şîrove

 
Sofi | 21-3-2017
Mêrikan ku ji wanre lazibê bê çi pabendî Destûrêne. ji di 2003 ya veye ku Destûr heye lê ew Destûr ti carî ji bona alîkarîya Kurdan û Kurdistanê bi rêve neçûye. Mesel mada 58a paşê bu mada 140ê ji bona wan cihên nekokbar lê ti carî Baxa li gora wê Madeyê nekir heya ku Pêşmergên qahraman wan deveran bi xwîna xweyî pak ew dever rizgarkirin.
Ala-Kurdistan | 21-3-2017
Ew roja ku Ala Kurdistanê li Bagdad û Ankara li ser hemu dezgehên dewletê hate bilindkirin ew dem Bagdad û Ankara dikarin devê xwe vekin. Wê roj bê ku Ala dijminê gelê Kurd li tu cihêkî Kurdistanê neye bilindkirin. Evya dijminê Kurd jî dizane. Dema serok Mesud Barzani Serxwebun îlankir wê demê wê despê bike.
Bila seré xwe li Diwaran bixin | 21-3-2017
Bila herin seré xwe li diwar u zinara bixin.. anji bila xwe intixar bikin. Her ti$t bi daxwaza Bexdayé u Enqeré nabe!!!
Mehemede Kurdi | 22-3-2017
çi zu bîr dikin berê li ew bajarê ji sedî şest Kurd rudiniştin, piştî saddam Kurda Kuşt u qewirand wira ket vî halê. Gava Kurd dihat Kuştin tu dewlet alîkarî nedikir îro ten dipeyîvîn.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
576 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şêrîn | 2017-03-26 7:18:37 PM
Ser xêrê be û bi hêvîya go ev şer bi dawî bibe û ala kurdistanê li hemo herêmin kurdî bilind bibe.
FLAŞ - Şervanan firokexaneyek leşkerî kontrol kirin
| Duh vî demî 10:09 | (1)
Bernas | 2017-03-26 5:22:07 PM
Ma Kurd wan ji DAIS biparézin, ku KERKUK nabú Músin ji ber xwín ú qeda Peshmerge, ma Ereb ú Turkmen jí rabin dijí ala Kurdistan derkevin. Ew nabe,...
Mir | 2017-03-26 5:35:50 PM
Kurd ne benda destúra turkmen in bi hildana ala Kurdistan. Azerí jí Turkmení jí her tim doza gelén xwe wé demé dikin, kíngé Kurd serwerí ú serxebún...
Kerkûk êdî biryara xwe ya dawîn dide
| Duh vî demî 06:29 | (3)
Naaaaa | 2017-03-26 2:37:00 PM
Me jî heta naha digot qey rêvabirîya Kurdistanê Kurdin.Lê em dîsa nerast derketin û dibînin ew ne Kurdin yanjî Kurdin indabûyîne...Naha dîsa gelê...
HEWLÊR - Mamosta li dijî biryara ‘hilbijardekirina zimanê kurdî’ ne
| Duh vî demî 03:52 | (1)
Dilxwaz | 2017-03-26 12:32:31 AM
Ma Salih Mislim ê wan li kuye? Tirka got em wî bibînim, em ê wî bigirin û ji wî caxîde windaye û kes jî lê napise û qala wî nake. "Min meraq kir,"
Baran | 2017-03-26 11:07:59 AM
Min bihîstîye Salih. M di zîndana Qendîlî deye. Ş? bersiv. Cemîl B ji Salih ra got çima heta nihe YPGê Şengal bi temamî dagîr nekire û PDKe ji wir...
ENKS PYDê bi revandina endamê xwe tohmetbar dike
| 25-3-2017 | (2)
0.672 seconds