Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Ebadî: Li ser operasyonan hevahengiya me li gel Tirkiyê tine

Ji aliyê RÛDAW 20-6-2018
Heyder Ebadî
Heyder Ebadî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku di mijara operasyonên ser sînor de li gel Tirkiyê hevahengiya wan tine ye û got: “Em rê nadin PKK ji Iraqê li dijî Tirkiyê çalakî bike.”

 

Heyder Ebadî piştî civîna Encûmena Wezîran civîneke çapemeniyê pêk anî û li ser operasyon û bombebarana Tirkiyê ya li hember PKKê ya li axa Başûrê Kurdistanê axivî û ragihand ku di mijara operasyonên ser sînor de hevahengiya wan li gel Tirkiyê tine.


Ebadî herwiha got: “Em nahêlin ti çalakiyeke leşkerî ji Iraqê ve, bi taybetî ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve li dijî Tirkiyê were kirin, di heman demê de jî em ji Tirkiyê daxwaz dikin ku rêz li serweriya Iraqê bigre.”

 

Ebadî li ser karûbarên hikûmeta Iraqê diyar kir ku piştî temambûna temenê yasayî ya parlementoyê jî, hikûmet dê li ser karên xwe berdewam be.

 

Li ser encamên hilbijartinan, Ebadî diyar kir ku “kesên di hilbijartinan de sextekarî kirine, divê werin desteserkirin”.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Heyder Ebadî, Iraq, Tirkiye
415 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.344 seconds