Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

REWŞA DAWÎN A MÛSILÊ – 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Ji aliyê RÛDAW 21-2-2017
Rûdaw

Mûsil (Rûdaw) –  Hêzên ewlekariya Iraqê di çarçoveya operasyona rojavayê Mûsilê de xwe nêzîkê Serbazgeha Xezlanê û Firokexaneya Mûsilê kirine. Şer û pevçûnên tund di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên iraqî de rûdide.


Derbarê operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê de peyamnêra Rûdawê Şîfa Gerdî zanyariyên dawîn veguhest û da zanîn, ku Artêşa Iraqê gundê Elbûseyf kontrol kiriye û niha berê xwe dane gundê Sîremonê.

 

Peyamnêra me got; “Di gundê Elbûseyfê ti kes nemaye lê di gundê Sîremonê de kesên sivîl hene. Niha alên sipî bilind dikin. Lê nayê zanîn ew çekdar in an hemwelatiyên sivîl in.”

 

Şîfa Gerdî daxuyand, ku çekdarên DAIŞê firokeyên bêfirokevan bikar tînin û bi rêya wan bombeyan topan davêjin hêzên iraqî.  Herwiha hêzên iraqî traktorek bi tevê 100 kîlo teqemenî desteserkirine.

 




Hevdem peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemêrî jî ragihand; “Hêzên iraqî nêzîkî Serbazgeha Xeylan û Firokexaneya Mûsilê bûne. Di şerên van du rojên dawiyê de nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 45 otomobîl û motorên bombebarkirî hatine teqandin.

 

Li gorî gotina peyamnêrê me heta niha hêzên ewlekariya Iraqê 20 gund3en başûr û rojavayê Mûsilê kontrol kirine.

 

Hêzên Lezzgîn, Polîsên Federalî, Artêşa Iraqê û herwiha hêzên Heşda Şeibî erka kontrolkirina gundên başûrê Mûsilê hilgirtine.

 

Ji bo şerê kolan bi kolan jî Hêzên Dije Terorê gihiştine nêzîkî rojavayê Mûsilê. Hemû hêz amade ne da ku bikevin kelha dawî ya paytexta xelîfetiya DAIŞê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Şerê_Mûsilê, DAIŞ, Iraq
139 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Tomarker | 2017-03-28 9:51:56 AM
Bibe sedema pêşveçûnên mezintir!
Kerkûkê derbarê Ala Kurdistanê de biryara xwe ya dawîn da!
| Duh vî demî 11:16 | (1)
Baran | 2017-03-27 8:34:35 PM
Nek her:"Di demek nêzîk de tevahiya Hesekê dê vegere himbêza Sûriyê". Dê tevahîya Rojavayê Kurdistanê teslîmî Esedîyan biken. YPg:e jî bila navê xwe...
Cîgirê Esed: Di demek nêzîk de tevahiya Hesekê dê vegere himbêza Sûriyê
| 27-3-2017 | (1)
lolozano | 2017-03-27 8:00:15 PM
Nivîskarê Hêja!Te,ne bes çêra(Heldenî)kirî,te çêra Paytextê Sîyaset û Roşenbîrîyê kirî.Paytextê Roşenbîrîyê bi Mamoste Îbrahîm Ahmed û Mam Celal...
Siyaseta Helednî
| 27-3-2017 | (1)
Baran | 2017-03-27 5:11:46 PM
Wate raste Pkke ji bo şerî xwe amade an hazir diket. Ev kare planeka bergirîyê ye di şerande.Da asenga ji bo hatin û çuna leşkerên beramberî xwe çêke.
FLAŞ / AMÊDÎ - 3 cihên amadekirî bo TNTyê hatin dîtin
| 27-3-2017 | (1)
0.328 seconds