Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

MÛSIL – Tenê 13 tax mane

Ji aliyê RÛDAW 21-4-2017
Mûsil
Mûsil

Mûsil (Rûdaw) –  Herdû taxên Sewre û Nesir ên rojavayê Mûsilê ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatin kontrolkirin. Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand, ku ji sedî 65ê rojavayê bajarê Mûsilê di destê wan de ye.

 

Operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê berdewam dike. Fermandarê Operasyonên Qadimûn a Neynewa Ferîq Rukin Ebdulemîr Reşîd Yarullah ragihand, Alaya Iraqê li ser avahiyên taxa Sewre hatiye bilindkirin û bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Ebdulemîr Reşîd Yarullah got; “Hêzên ewlekariyê pêşve diçin û serkeftina li Mûsilê nêzîk e.”

 

Herweha li gorî zanyariyên Wezareta Berevaniya Iraqê , li herdû aliyên rojhilat û rojavayê bajarê Mûsilê bi tenê 13 tax mane ku nehatine kontrolkirin.

 

Wezareta Berevaniya Iraqê dibêje, ji sedî 80ê yê navçeya Mûsila Kevin hatiye kontrolkirin, ku zêdetir ji mehekê ye hêzên Iraqî hewla kontrolkirina wan navçeyan didin.

 

Li gorî amarên heman wezaretê, niha 230 hezar kes li wan 13 taxan mane û rizgarkirina wan jî nêzîk e.

 

Operasyona Mûsilê roja 17ê Cotmeha 2017ê dest pê kir û Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên hevpeymanan pêngava yekemîn a operasyonê meşandin.

 

Hêzên Pêşmerge di vê çarçoveyê de nevçeyên rojhilatê Mûsilê kontrol kir û rê ji artêşê re vekir da ku bikare êrîşê nav bajêr bike.  

 

Roja 24ê Çileya 2017ê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, tevahiya rojhilatê Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatiye kontrolkirin. 

Nîşankirin : Mûsil, DAIŞ, Iraq
570 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.5 seconds