Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

26 rehîneyên welatiyên Qeterê hatin berdan

Ji aliyê RÛDAW 21-4-2017
Rûdaw
Rûdaw

Navenda Nûçeyan – 26 welatiyên Qeterê ku li Iraqê derketibûn nêçîrê û ji aliyê hin kesên nediyar ve rehîn hatibûn girtin, îro hatin berdan.

 

Di sala 2015an de 26 welatiyên Qeterê, li Iraqê derketibûn nêçîrê, çûbûn devereke nêzîkî sînorê Erebistana Siûdî û hin kesên nediyar ew rehîn girtibûn.

 

Li gor agahiyan, ew 26 rehîne îro 21ê Nîsana 2017an radestî Wezareta Navxweyî ya Iraqê hatin kirin.

 

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihandiye ku rayedarekî ji Iraqê aşkere kiriye, ew rehîne piştre radestî Balyozxaneya Qeterê ya li Iraqê hatine kirin.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hefteya borî daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû, welatiyên Qeterê ku hatine revandin, bi rêyên yasayî ketine Iraqê û di bin parastina Wezareta Navxweyî de bûne.

 

Ebadî herwiha diyar kiribû, ev bûyera revandinê li dijî hemû welatiyên Iraqê heqaret e û ji bo ku rehîne serbest werin berdan, çi ji destê wan were dê bikin. 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.625 seconds