Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Wezîrê Derve yê Iraqê: Piştî referandumê jî em dê gotûbêjê bikin

Ji aliyê RÛDAW 23-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Herêma Kurdistanê ragihand, referandum nayê paşxistin û dê di dema xwe de were encamdana, Iraqê derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de peyamek nû da.

 

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Piştî referandumê jî em dê li gel Herêma Kurdistanê gotûbêjê bikin.”

 

Îbrahîm Ceiferî got, “referandum di berjewedniya Iraqê de nîne” û tekez kir, ku “gotûbêj baştirîn çareser e.”

 

Ceiferî herwiha diyar kir: “Pêwîst e em hemû bi hev re kar bikin, piştî referandumê jî em deriyên gotûbêjan danaxin.”

 

Wezîrê Derve yê Iraqê ji Rûdawê re got, “wezîrên derve yên Iraq, Tirkiye û Îranê di civîna ku li New Yorkê de hat sazkirin, derbarê pêşhatên dawî yên ku li herêmê rû didin û herwiha li ser meseleya referanduma ku biryar e li Herêma Kurdistanê were encamdan, gotûbêj kirin.”

 

Îbrahîm Ceiferî diyar kir, “xalên hevbeş di navbera hersê dewletan de li ser mijara referandumê hebûn û ew jî ev bûn, ku referandum di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne û di berjewendiya Iraq û Tirkiye û Îranê de jî nîne.”

 

Ceiferî amaje bi wê jî kir, ku wî “beriya şeş mehan bi rêya ekrana Rûdawê gotiye, ku referandum ne di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de ye.”

 

Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir: “Li ser me pêwîst e ku em niha mijûlî avakirina Iraqê bin, di bilindkirina debera jiyana hevniştimaniyan de, Ereb be yan Kurd, rêzên xwe bikin yek û berhema wê serkevtinê bikin derfet, ku bi xwîna xortên Iraqê ji Ereb û Kurd û Tirkmen û Sunnî û Şîe û Musilman û Nemusilman bi dest hat. Divê em li ser vê rêyê biçin û serkevtinên zêdetir bi dest bînin.”

 

Di bersiva vê pirsyarê de, ku hinek ji medyayan behsa wê dikin ku Bexda hizir li bijardeya serbazî dike, hûn dizanin jî ku hewl heye bo gotûbêjê, gelo ti hewleke nû heye, Wezîrê Derve yê Iraqê da xuyakirin, ku li gorî wan gotûbêj baştirîn û nêzîktirîn rê bo çareserkirina pirsgirêkan e û tekez kir, ku peyama wî bo serkirdeyên Kurd ev e ku dest ji referandumê berdin û li ser rêya biratî û xweşdiviya tevahiya gelê Iraqê biçin.

 

Îbrahîm Ceiferî wiha got: “Em li gel hewlên gotûbêjê de ne, em wiha dibînin ku gotûbêj nêzîktirîn rê ye bo gihîştina bi encamê, lê belê dixwazim peyamekê ji serkirdeyên Kurd re bişînim. Ez Dizanim ku gelê Kurd her weke tevahiya Iraqê bo ser çendîn bizavên ciyawaz dabeş bûye, ez wiha dibînim ku berjewendiya Kurd ev be, ku li ser rêya biratî û xweşdiviya tevahiya gelê Iraqê biçin, çimku di vê yekê de berjewendiya Kurd û tevahiya iraqiyan bi dest tîne, ev jî di berjewendiya tevahiya iraqiyan de ye. Vê peyam divê ez bişînim, pêştir jî li ser erdê Kurdistanê û ji kanala we ve min heman peyam şandiye, niha dest ji wan tiştan berdin û li ser rêya avakirina Iraqê herin, ev yek jî dikare asta civakî û aboriya Iraqê bilind bike.”

 

Ceiferî li ser pirsyara gelo, eger referandum hat encamdan, Bexda made ye derbarê paşeroja Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêjan bike, diyar kir, “tekez kes nabêje deriyê gotûbêjê were girtin, lê belê eger aliyê bermaber li ser rêya referandumê biçe, mijar dê giran bibe.”

 

Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir: “Ez xwe nakim nûnerê tevahiya hêzên Iraqê û ewên ku di hikûmetê de ne, ku aya gotûbêjê dikin yan nakin, deriyê gotûbêjê weke dawî dergeh dimîne û nayê daxistin. Lê belê referandum rewşê aloztir dike, gotûbêj vê demê berdewam dibe, ku aliyê bermaber bersivder û geşbîn be û her du alî bersivder bin.”

 

Şîrove

 
Bernas | 22-9-2017
Na,naaaa, ne xêr, ne heweceye : Kesek bo xêre Kurdan wê naxwaz e. Di bin wê de sîyaseta Îran a kûr ya hezar salan heye, berxwedidin heyak DYA, Rûsya û hevpeyman ji herêma rojhilata navîn derkev in. Pistra dizanin çi bi Kurdan bikin.Piştî "Gîştpirsî" heman serxwebûn tê ragehandin. Ger "Na", ew lîstokên ku niha dibin, ew guvaş û fîşarên ku niha hene bi deh qatan zêdedibin. Xelkê Kurd amadaye, wan nehaşîyan hembêz bike, welat û gelê xwe wek Îsraîl biparêz e. Ger ew derfeta ji dest çu, ew coşa û bawerîya mixabin carek din peyda nabe.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| Duh vî demî 04:47 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| Duh vî demî 06:15 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| Duh vî demî 10:55 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.719 seconds