Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Fuad Mehsûm: Baca redkirina gotûbêjê dê giran be

Ji aliyê RÛDAW 25-12-2017
Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm.

Bexda (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm dibêje, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nikare Herêma Kurdistanê hilweşîne. Fuad Mehsûm tekez kir, ew bi hemû hêza xwe berevaniyê li Herêma Kurdistanê dike.

 

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm di hevpeyvîneke taybet a li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de dibêje, ew dê li ser hewlên xwe berdewam be bo destpêkirina danûstandinê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de û bo vê armancê jî ji her yek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Netewên Yekgirtî re name şandiye.

 

Fuad Mehsûm herwiha dibêje, lê belê heta niha ti alî ji wna her sê aliyên ku wî name jê re şandiye, bersiva nameyan nedane.

 

Derbarê egera redkirina gotûbêjan ji aliyê Heyder Ebadî ve jî, Mehsûm dibêje, renge ew yek di hilbijartinan de bandor li ser zêdekirina çend kursiyan hebe, lê belê baca siyasî ya redkirina gotûbêjan gelek mezin e û Ebadî nikare xwe ji gotûbêj û danûstandinan veşêre, çimku bandoê li ser alîkariya welatan bo Iraqê çê dike.

 

Rûdaw: Encama civîna her sê seroktiyên Iraqê çi bû?

 

Dr Fuad Mehsûm: Behsa sereke ya civînê hilbijartin bû, ku gelo hilbijartin were kirin? Bi çi yasayekê were kirin, çimku çend proje hene, lê belê behsa rewşa jiyana xelkê Herêma Kurdistanê jî hat kirin.

 

Rast e ku beşeke zêde ya serkirdeyên fraksyonên siyasî ji pêwendiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê dilgiran in?

 

Hemû alî li dijî referandumê bûn, lê belê piştî biryara Dadgeha Federaliya Iraqê, niha hemû daxwaza gotûbêjê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dikin, heta niha min ti serok fraksyonek nedîtiye ku li dijî gotûbêjê be, lê belê renge (hin alî) hebin ku li dijî gotûbêjan bin.

 

Madem ku ew hemû pêşwazî û destpêşxerî hebe bo gotûbêjan, eger hikûmeta Iraqê her weke niha berovajî reftar bike, helwesta wê dê di pêşerojê de çawan be?

 

Du heftî berî niha min serdana hemû hêzên siyasî kir, hemû li gel wê yekê bûn ku pêwîst e dest bi gotûbêjê bihê kirin. Bêguman serokwezîr behsa gotûbêjê dike, lê belê min nezaniye ku pêngav bo wê yekê avêtibe. Ew dibêje, me li ser asta serbazî pêwendî hene û me gotûbêj hene, lê belê li ser astên din giring e, weke mûçe û debara xelkê û rawestandina geştên esmanî. Gelek alî hebûn ku digotin nabe di dewletek destwerdanê di karûbarên Iraqê de bike, ji ber wê neçar bûm ku destpêşxeriyekê bikim. Min nameyek ji birêz Heyder Ebadî re nivîsî û min jê re got, em li serokatiya komar daxwaza gotûbêjê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin, bi amadebûna nûnerê Netewên Yekgirtî, daku ji aliyê teknîkî ve alîkariya me bike, lê belê heta niha bersiva ti aliyekê ji me re nehatiye.

 

Eger bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Netewên Yekgirtî erênî bû ji bo daxwaza we, bi nêrîna te bersiva birêz Ebadî dê çawan be? Dikare vê red bike?

 

Zehmet e ku red bike, renge hizir li tişteke din bike ku dawiyê biçe ber bi gotûbêjê ve, lê belê nikare li dijî civîn û rêkevtinê helwest nîşan bide.

 

Çi dibe sedem ku nekare helwestek dij nîşan bide?

 

Bo mînak ewên ku alîkariya Iraqê dikin, naxwazin aliyek alîakriyên wan li dijî aliyekê din bi kar bihîne, weke Sindoqa Navdewletiya Diraw (IMF), divê hesab ji nêrîna wan re were kirin, çimku eger helwesta xwe biguherin, Iraq dê gelek zirarê bike.

 

Wate piştevaniya ji Iraqê re tê mercdrkirin bi wê yekê ku piştevaniya Kurdistanê bike?

 

Pêwîst dike, çimku Herêma Kurdistanê jî beşek e ji Iraqê, di qazanca her du aliyan de ye ku bi hev re bin.

 

Hinek kes wisa dinirxînin ku Heyder Ebadî wê helwesta li dijî Herêma Kurdistanê weke propagandaya hilbijartinan bi kar tîne. Bi baweriya te, cezakirina gelê Kurd bibe sedema serkevtinê?

 

Ew şaşiyeke gelek mezin e, hinek ji hêzên siyasî wiha dizanin ku tundûtîjî dibe sedema wê ku dengek zêde bînin. Renge li hinek cihan sê heta çar kursiyan zêde bikin, lê belê baca wê ya siyasî dê mezin be û giraniya wan aliyan kêm dike, ji ber wê ew nikare bêje ku li dijî gotûbêjê me.

 

Niha geştên esmanî yên Kurdistanê hatine rawestandin, lê belê berpirs her weke berê serdanên xwe dikin, yên ku zirar kirine, xelkên asayî ne, nexweş in, bazirgan in, gelo Ebadî hizir li wan nake?

 

Bêguman divê hizir bike, jixwe ew tişt gelek caran hatine behskirin, wê yekê arîşeyên mezin ji geştyaran re çê kiriye, ew dikare kesekê weke pişkîner (mufetiş) li wê derê dane, nabe ew hizirkirin bimîne ku xelkek  tohmetbar in û bi kêfa xwe li Kurdistanê sefer dikin yan tê penahdan.

 

Lê belê Herêma Kurdistanê got, em amade ne bila pişkîner bişînin. Wî daxwza her tiştekî kiribe, Kurdistanê bersiv hebûye. Almanya bi aşkere ragihand, ku piştevaniya wan bo Iraqê girêdayî danûstandinên li gel Kurdistanê ye, we jî li serokatiya komar proje heye. Eger Ebadî pêşwazî li bangewazên navxweyî û derve neke, bi nêrîna ted ê helwestên li hemberî wî bi çi awayî bin?

 

Em li pey destpêşxeriya xwe diçin, em nabêjin ku birêz Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî pêkve rûnin, çimku yekemcar ew her du nagihin ti encamî. Destpêkê pêwsît e şandeke teknîkî were vir, û ya ku pêwendî bi firokexaneyan ve heye, divê li gel Wezareta Veguhastinê rûnin. Ya ku pêwendî bi deriyên sînorê ve heye, li gel Gumrikê rûnin. Em dixwazin destpêkirin bi tiştên pratîkî be, ne gotinên siyasî û xweşik li hemberî hev, êdî ku şanda Kurdistanê vegeriya, (rewş) weke xwe lê bihê.

 

Zêdetir ji carekê weke zilamekî dewletê, weke serokomar te destpêşxerî kiriye di çarçoveya Destûrê de, eger vê care jî ew destpêşxeriya te were redkirin, dê helwesta te çi be?

 

Ereb dibêje, ji bo her bûyerekê gotinek heye, niha pêwendiya me li gel birêz Ebadî gelek baş e, peyaman ji min re dişîne, ez jê re peyaman dişînim, lê em negihîştine wê yekê ku em ji hev cuda bin.

 

Her peyama telefonê ye, yan we pêwendiyên telefonî jî heye?

 

Na, her bi peyamên telefonî ye, hinek caran em demên hevdîtinan (randevu) jî datînin bo telefonkirinê.

 

Ebadî çima beşdarî civîna her sê serokatiyan nekir?

 

Lêborîn xwast û got karekî min ê din heye, lê belê got, ew nêrîna min e li ser hilbijartinan. Derbarê Herêma Kurdistanê de jî nêrîna wê ew bû, ku gotibû pêwnediya me ya serbazî heye li gel Herêma Kurdistanê, lê belê pêwendiyên me yên din rawestiyane.

 

Başe çima birêz Heyder Ebadî ewqas hez ji danûstandinên serbazî dike, lê li gel danûstandinên siyasî nîne?

 

Bêguman serkevtineke mezin di şerê li dijî DAIŞê de bi dest aniye, renge ew yek ji sedeman be.

 

Tu jê dilgiran nebûyî ku navê Pêşmerge neanî di daxuyaniya xwe ya yekem de?

 

Min demildest beyanname derxist, dema ku çû Ewropayê jî, li wê derê gelek rexne li wî hat girtin.

 

Tu pêşbînî dikî kengê birêz Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî rûnin?

 

Ew yek divê piştî serdana şanda teknîkî bo vir be, çimku ez bixwe di vê baweriyê de me, ku civîna lûtkeyê gelek caran bê encam dibe.

 

Lê belê tu ne di vê baweriyê de yî, ku Iraq iraqa lûtkeyan e, eger Iraqa çend lûtkeyan nebûya, renge li jêr karûbar baştir biçûna pêş, mebesta min ev e ku bêyî amadebûna serokan, gelo danûstandin dê serkevtî bin?

 

Her yek hesabê ji raya giştî ya xwe re dike. Ez weke xwe hizir li wê dikim ku divê tiştan ji xwarê ve dest pê bikî, xîmekê jê re danî, vêca ber bi jûr ve bibî. Niha bo mînak behsa mûçe tê kirin, mûçeyên mamostayan, mûçeyên karmendên tendirustiyê, hejmara wna kêm e, dibe ku yên wan werin dan, ewên din jî dikarin bi rêya sîstema bayometiryê tekez bikin ku hejmara karmendan çi qas e. Wan hemû tiştan pêwsîtî bi vê heye ku danûstandin were kirin, daku bigihîjin ji hev têgihîtineke temam.

 

Ebadî pêştir hemû sêşemiyan digot, em dê mûçeyên mamostayan bidin, dema ku zanî birçîtiyê berê xwe daye xelkê, û ji bo ku nerazîbûn zêdetir bibin, yekser got ku em nikarin mûçeyên mamostayan bidin, gelo ew yek niyeta xêr nîşan dide? Nirxandina we çî ye?

 

Gelek nirxandin hene, ez derbasî nav nirxandinan nabim, ez bi pêwîst dibînim ku bala xwe bixin ser wê yekê ku ew gotûbêj zû dest pê bike, çimku eger alozî li Kurdistanê çê bibe, ez di vê baweriyê de nînim ku ti aliyek li Bexdayê jî qazancê bike. Reng e ew alozî bigihîje Bexdayê jî, ew mesele bi xwevedizînê nabe, divê li gel Herêma Kurdistanê rûne.

 

Ew danûstandin berî hilbijartinan an piştî hilbijartinan tên kirin? Çimku hinek kes wisa şirove dikin, ku Ebadî dixwaze wê yekê weke karta hilbijartinan bi kar bîne.

 

Kurd piştî hilbijartinan lawaz nabe, ez wiha dibînim ku piştî hilbijartinan dê zêdetir nêzîkî hev bin, bi kêmanî dê 65 kursiyên wan hebin, hesab ji wê yekê re tê kirin. Ez di vê baweriyê de me, ku piştî hilbijartinan hêzên Kurdî helwesta wan li hember hev dê baştir be, îca yek ji wan tezenulê bike, nizanim dê çawan be, lê belê dê bigihin hev.

 

Mebesta min ev e ku hewlên te bo mûçeyan, dê berî hilbijartinan dê encamekê wê hebe, yan dê paş bikeve heta piştî hilbijartinan?

 

Divê berî hilbijartinan be, dibe ku hilbijartin bibe xaleke giring ji bo ku zûtir bigihin hev.

 

Ebadî hinceta wê yekê heye ku lîsteya mûçewergirên Kurdistanê zêde ye û gelek bindîwar têde hene, lê êdî çima yên paqijan nade?

 

Ew yek nabe hincet ku bi navê hîle û hewaleyê, tu mûçeyên hemûyan nedî.

 

Eger Ebadî her wisa li ser wê înadiyê berdewam bû, û pêşwazî li bangewaza we û civaka navdewletî nekir, dê helwesta we çi be?

 

Wê demê em dê civînekê li gel aliyan bikin. Bo zanyariyên we, hemû ewên ku di civîna her sê serokatiyan de em bi wan re rûniştin, ti helwestên tund li hemberî Herêma Kurdistanê nebûn.

 

Eyad Ellawî di beyannameyekê de dibêje, agahdar bin metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê heye, hûn çi dibêjin?

 

Xuya ye ku mebesteke wî di vê yekê de heye, lê belê ez nizanin mebesta wî çî ye.

 

Metirsî li ser Herêma Kurdistanê heye? Ti pîlangêriyeke navdewletî li ser Kurdistanê heye?

 

Nexêr, ez bawer nakim, çimku siyaseta civaka navdewletî li dijî referandumê bû, lê belê li dijî Kurd nebû. Li dijî Herêma Kurdistanê nîne, berovajî niha dengê xwe bilind dikin, lê belê divê dîsan em agahdar bin, ku careke din tûşî şaşiyeke din nebin, bi wê soza ku wan bo Kurd heye, em pêngavan bo dewletê nehavêjin.

 

Ew yek ji bo Ebadî jî rast e ku dunya jê re dibêje danûstandinê bike, lê ew her li ser xirûra xwe berdewam e?

 

Ebadî di vê yekê de qazancê nake, bêguman dê zirarê bike.

 

Bi nêrîna te ketiye di heman helwesta pêştir a Kurd de?

 

Hêj em negihîştine wê qenaetê, bila em derfeteke din bidin wî, em li gel wî berdewam dibin, çimku çareseriya giriftan bi guvaşan dibe ne bi tundûtîjiyê. Ez ku bi wan re diaxivim, dibêjim metirsî çi ne ku ew nehat kirin, ew metirsî tenê li ser Herêma Kurdistanê nabe, li ser Iraqê jî dibe.

 

Dikarim bizanim ku ew metirsî çi ne ku reng e li ser Iraqê çê bibin?

 

Terorîst dikarin peyda bibin dema ku bibînin hemahengî û danûstandin di navbera aliyan de nîne.

 

Tu berevaniyê li mafên destûrî yên Kurd dikî yan yên hemû wan kesên ku li Iraqê hest bi dilgiraniyê dikin?

 

Rast e ez ji aliyê Kurd ve bo vê postê hatime danîn, lê divê pêwendiya min li gel hemûyan weke hev be. Ez berevaniyê li Kurd, Şîe, Sunnî, Mesîhî û hemûyan dikim. Li her cihekê ku kêmasê hebûbe, min destwerdan kiriye, li her cihekê binpêkirina Destûrê hebe, em wan agahdar dikin û dibêjin, ew tişta we rast nîne.

 

Heta niha çend binpêkariyên destûrî li hember Herêma Kurdistanê hatine kirin?

 

Her du aliyan Destûr binpê kirine.

 

Kîjan ji wan zêdetir?

 

Her aliyek dema ku bihêz bûye. Caran rewşa Herêma Kurdistanê bi corekî din bû, niha ez bi erkê xwe dizanim û ez bi hemû hêza xwe berevaniyê lê dikimm. Sê rojan berî referandumê ez çûme Silêmaniyê û Mesûd Barzanî jî li wê derê bû, min jê re got, tika dikim ku ji (statuya) herêmê dernekvin, ne tenê Iraq, lê welatên derdorê jî dê destwerdanê bikin. Wê rojê got, ku me hêj biryar nedaye. Di civîna Dukanê de jî min daxwaz li wan kir, ku bêjin em pabendî Destûrê ne, dibe ku di bin sîwana Destûrê de em pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ew pêwîst bû, roja piştre min civînek hebû li gel serkirdeyên hemû hêzên siyasî, lê belê aliyê Iraqê got, em nayên nav civînê, çimku beyannameya Dukanê derketiye, pênc xal têde ne, ti ji wan xalan wê yekê nagihîne ku Kurd pabendî Destûrê ye.

 

Demekê projeyek serkevtî dibe, hemû alî xwe dikin xwediyê wî, dema ku şikestinê jî tîne, hemû xw ejê didin paş. Tu şikesta referandumê li ser Mesûd Barzanî bixwe tapo dikî?

 

Bêguman li ser wî nîne, ew xwediyê bîrokeyê (hizirê) bû, lê belê hemû alî jê berpirsyar in.

 

Hest dikî ku xedir li Mesûd Barzanî tê kirin?

 

Aliyan wiha didîtin ku Mesûd Barzanî pêngavekê nahavêje, eger ku nezane pêngava duyem bo kuderê ye. Piraniya wan li gel kek Mesûd bûn, bi taybet YNK. Hemû alî ji encama referandumê berpirsyar in.

 

Niha gumrikeke zêde ya navxweyî li ser berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê yên ku bo bazarên bajarên Iraqê tên şandin û yên ku ji Herêma Kurdistanê ve tên, hatiye danîn, ew yek jî karekî nedestûrî û neyasayî ye. Hûn weke serokomar, we çi kiriye bo nehêlana wê binpêkariya yasayî û destûrî?

 

Li welat divê gumrikek hebe, anbe du caran gumrik bikeve ser kelûpelan, îca ew yek ji wan tiştan e ku pêwîst e Wezareta Darayî rûne û rêk bixe. Ya ku li Kurdistanê gumrik da, heta Besrayê nabe ku gumrikê bide.

 

Lê belê ew niha heye?

 

Belê heye, lê belê ew berovajiyê yasayê ye.

 

Birêz Ebadî ragihand, ku divê rê bi xwepêşanderan were dan li Herêma Kurdistanê. Ew amade ne bi hemahengî li gel hêzên ewlehiyê rewşa ewlahiyê biparêzin, parastina hevwelatiyan erkê wan e, lê belê hinek aliyên iraqî jî bersiva wî dan, êdî mûçe û jiyana welatiyan jî erkê te nîne? Gelo di wê rewşê de şandina hêza federalî bo Kurdistanê weke niyeteke baş dibînî?

 

Di vê rewşê de hêz ji vir biçe Kurdistanê, dê arîşeyeke mezin çê bibe, ti tiştek di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi ferzkirinê bisernakeve.

 

Dengoyek heye ku Ebadî li dû derfetekê digere, daku Herêma Kurdistanê hilweşîne, tiştek wisa dibe?

 

Nexêr, tiştek wisa nabe.

 

Biryar bû fewceke komarî biçe Xumratoyê, daku rewşa wê were asayîkirin û zêdetir ji 50 hezar welatiyên Kurd ên awarebûyî yên vê navçeyê vegerin, çima ew hêza we neçû?

 

Belê wisa biryar bû ku fewceke serokatiya komar biçe Xumrato, lê belê diyar bû ku gelek gilî ji hinek aliyan ve hebûn ku eger ew fewc biçe wê derê, ew yek tê wê wateyê ku piştgiriya Kurdan tê kirin. Dema ku gelek fişar kirin, birêz Heyder Ebadî ji mijarê vekişiya (poşman bû), çimku diviyabû şandina wê fewcê bi razîbûna her du aliyan be.

 

Lê belê çima di dawiyê de fişara wan serdikeve û fişara serokomar bisernakeve?

 

Ji ber ku tirs ji wê bû ku renge li wê derê teşqelî bi wan bihê kirin û bibe pirsgirêkeke mezin û bibe pirsgirêkeke Kurdî, Erebî û Tirkmenî.

 

Niha kî parêzerê wan hemû kurdên malwêran ê wê derê (Xurmato) ye, ka komîteya lidûvçûna rastiyan?

 

Xelkê Xurmatoyê hêjayî hemû curên alîkariyan in, bo meseleya Xurmatoyê ez li gel birêz Hadî Amirî civiyam, pêngavên baş hatine avêtin. Beşek ji artêşê diçe wê derê û li gel polîsê bajêr, ewlehiya wê derê diparêzin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
513 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)
Rastbêj | 2018-01-04 10:08:53 PM
Kaka, min teqez nizanim, aya Yezdanê Gewre heye an na. Lê et wanim bibêjim, bila dengê to here Xwedê. Destên êwe zor xwesh.
Îran bi ku ve?
| 4-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.203 seconds