Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Heyder Ebadî: Dewleta DAIŞê bi dawî hat

Ji aliyê RÛDAW 29-6-2017
Heyder Ebadî
Heyder Ebadî

Mûsil (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê  û Serfermandarê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Heyder Ebadî ragihand: “Ji aliyê DAIŞê ve bombebarankirina Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba, tê wê wateyê ku dewleta DAIŞê bi dawî hat.”

 

Heyder Ebadî li ser hesaba xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û got: “Ji aliyê DAIŞê ve bombebarankirina Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba, tê wê wateyê ku dewleta DAIŞê bi dawî hatiye.”

 

Herwiha Ebadî diyar kir, ku heta ku DAIŞ li Iraqê bi tevahî ji holê rabe, ewê li ser kuştin û dîlgirtina wan berdewam bin.

 

Tê payîn ku Ebadî li Mûsilê li ser rizgarkirina tevahiya bajêr axaftineke serkeftinê bike.

 

Di 21ê Hezîranê de hatibû ragihandin, ku DAIŞê Minareya Hedba û Mizgefta Nûrî teqandine.

 

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê diyar kir, ku li Mûsilê devereke piçûk maye ku hêj nehatiye kontrolkirin.

 

Fermandarê Operasyonên Hevbeş Yehya Resûl di weşana zindî ya Rûdawê de ragihand, ku Mûsil ji aliyê leşkerî ve hatiye rizgarkirin.

 

Herwiha Fermandarê Iraqî diyar kir: “DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk çû û bi dawî hat.”

 

Serokê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî di dawiya Hezîrana 2014an de li Mizgefta Nûrî axivîbû û “xîlafet” îlan kiribû.

706 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| 6 demjimêr berê | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 6 demjimêr berê | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| 16 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.922 seconds