Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Malikî û Nuceyfî li dijî beşdarbûna Kerkûkê di referandumê de derketin

Ji aliyê RÛDAW 30-8-2017
Encumena Parêzgeha Kerkûkê
Encumena Parêzgeha Kerkûkê

Bexda (Rûdaw) – Cîgirên Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî û Usame Nuceyfî li ser biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya beşdarbûna giştpirsiyê, bertek nîşan dan.

 

Encumena Parêzgeha Kerkûkê duh biryar da ku beşdarî referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê bibe.

 

Nûrî Malikî di daxuyaniya xwe de got, ku biryara giştpirsiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna wê li Kerkûkê dê hemû wan hêvî û hewlan ji nav bibe, yên ku ji bo çareserkirina aloziyên bi Herêma Kurdistanê re tên dayîn.

 

Nûrî Malikî îro di daxuyaniyeke xwe de got, ku biryara beşdarbûna Kerkûkê bo referandumê, demildest bila were betalkirin, eger na dê li herêmê pirsgirêkên zêdetir derkevin holê û di navbera pêkhateyên herêmên arîşedar de dê şer derkeve.

 

Herwiha Malikî diyar kir: “Ji hemû aliyên Kurdistanî yên hişmend, ji Parlemento û Hikûmeta Iraqê daxwaz dikim ku li hember vê biryara metirsîdar û ji bo hilweşandina vê pêşhata metirsîdar, û bi armanca parastina yekîtî û berjewendiya hemû iraqiyan û serweriya welat, rêkarên bilez pêk bînin.”

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî jî beşdarbûna Kerkûkê bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê weke li dijî Destûra Iraqê bi nav kir.

 

Nuceyfî bang li Hikûmeta Iraqê kir, ku rê nede Kerkûk beşdarî referandumê bibe û rêkarên tund bi kar bîne, da ku qorixkarî bo pêkhateyekê neyê kirin.

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê herwiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir, ku zextê li ser Encumena Parêzgeha Kerkûkê bike, da ku referandum li wê parêzgehê pêk neyê.

 

Nûceyfî îdia kir, ku ti rewatiya referandumê nîne û neyasayî ye, ji ber ku ne li gor Destûra Iraqê ye.

 

Encumena Parêzgeha Kerkûkê duh 29ê Tabaxa 2017an bi piraniya dengan biryar dabû, ku li nava sînorên parêzgeha Kerkûkê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê were kirin.

 

Bi 24 dengên endamên encumena parêzgehê, deng ji bo beşdarbûna giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dabûn.

 

Di civîna encumenê de tenê 2 endamên encumena parêzgehê deng nedane û ew jî endamên serbixwe bûne û herwiha fraksiyona Bereya Tirkmenî li gel Kombûna Erebî rûniştin boykot kirine.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Azad Dîlokî | 2017-10-16 4:19:59 PM
Ez nehletê li hêzên hevpeymanîya navdewletî dikim. Gelê kurd divê ev ixaneta we û deq dolabên we li gel Iran a hov û dirinde li dij gelê kurd bi...
Hevpeymaniya Navdewletî: Tevgera li Kerkûkê bi hemehengiya me bûye
| 21 demjimêr berê | (1)
muhammed | 2017-10-16 12:49:30 PM
rast e li ba iran ırak heşd in. baş bu ku ruye we ye reş derket hole,gele me we nas kir.
bakur | 2017-10-16 1:47:18 PM
Erê Hêro tu dibêjî qey Kurd hemû bê hiş û aqil in û xiyaneta te û kurên te Pavel û Lahor nabîne.. Kurd û Kurdistanî hergîz vê xiyaneta we ya dîrokî...
Hêro Îbrahîm Ehmed: Endamên malbata min li eniya şer in
| 23 demjimêr berê | (5)
lolozano | 2017-10-15 8:21:01 AM
Xebatkarê hêja Azad Cindîyanî!Gotinek Îranîyên kevin li ser Kurdan heye dibêjin;Heger,tû dixwezî ji Kurdan,rêzgar bî,hinekan ji Kurdan bike Mar û...
SÊ FAKTOR - Çima Bexda li gel Hewlêrê danûstandinan nake?
| 15-10-2017 | (1)
Serdar | 2017-10-14 10:12:33 PM
Her bijîîî, kurdinûsên me navdar bûne :)
Trendeke nû li ser medyaya civakî:  Kurdînûs
| 14-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.75 seconds