Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Iraq

Serkirdeyekî Şîe daxwaza derkirina Serokomar û wezîrên Kurd ji Bexdayê kir

Ji aliyê RÛDAW 31-8-2017
Serkirdeyê şîe yê Rêxsitina Bedir, Mihemed Mehdî Beyatî.
Serkirdeyê şîe yê Rêxsitina Bedir, Mihemed Mehdî Beyatî.

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyê Rêxistina Bedir a şîeyan Mihemed Mehdî Beyatî daxawza derxistina Serokomar Fuad Mehsûm û wezîrên Kurd ên di kabîneya hikûmeta Iraqê de û destdanîna ser milk û malên kurdên li derveyî Herêma Kurdistanê dike. Berpirsekî PDKê jî daxwaz ji Fuad Mehsûm dike, ku bêdengiyê bişkîne û helwest nîşan bide û tekez dike, ku her ew cor hizirkirin bû ku gelê Kurdistanê gihande wê baweriyê ku pêwîst e referandumê bo dewleta serbixwe rabigihîne.

 

Serkirdeyê Rêxistina Bedir, Mihemed Mehdî Beyatî ku tirkmenekî şîe mezheb e, daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir, ku li hember encamdana referanduma Başûrê Kurdistanê komek rêkarên li dijî Kurd cîbicî bike.

 

Mihemed Mehdî Beyatî dibêje: “Pêwîst e weke wan serederî li gel Kurdên derveyî Herêma Kurdistanê were kirin, lê belê ne bi şer, çimku di 50 salên bihorî de hikûmeta navendî şer kiriye û ti encamek nebûye.”

 

Mehdî Beyatî ku di destpêka kabîneya Heyder Ebadî de, Wezîrê Mafên Mirovan bû, lê paşê di encama reformên nava hikûmetê de, wezareta wî nema, tekez dike: “Divê Serokomar Bexdayê terk bike, çimku ti wateyek nemaye ku Serokomar Kurd be. Herwiha  dive wezîrên Kurd jî Bexdayê biterikînin, û li Bexdayê û parêzgehên din dest bi ser hemû milkên Kurdan de were girtin.”

 

Beyatî herwiha daxwaza wê yekê jî dike, ku her ji niha ve nasname û pasporta Iraqê ji Kurdan werin standin û îtîraf bi dewleta wan jî neyê kirin.

 

PDKê bertek nîşan da

 

Li hember wê daxuyaniya Serkirdeyê Bedir û daxwazên wî yên li dijî Kurdan, Berdevkê Fraksyona Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) Rênas Cano bertek nîşan da.

 

Rênas Cano ji Rûdawê re ragihand: “Ev core ji hizirkirina Mihemed Beyatî û hevşêweyênw î bû, ku gelê Kurdistanê gihande vê baweriyê ku referandumê bo dewleta serbixwe bike, lê belê bi şêweyekê aştiyane û bi diyalogê ne bi tundûtîjiyê.”

 

Cando herwiha got: “Ew dema ku em bûne dewleteke serbixwe, em dê bi xwe passport û nasnameya Iraqê radest bikin û me pêwîstî pê nabe.”

 

Derbarê gefa destdanîna li ser milk û male Kurdên li deveryî Başûrê Kurdistanê de, Berdvekê Fraksyona PDKê diyar kir: Ewane her bi hizra dagîrkariyê hizir dikirn û mafê ti kesî jî tine ye ku dest dane ser milk û malên kurdan.

 

Divê Serokomar bêdengiya xwe bişkîne

 

Rênas Cano di berdewamiya daxuyaniya xwe ya bo Rûdawê de, daxwaz ji Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm jî dike, ku “bêdengiya xwe bişkîne û bersiva wan tohmet û gotinan bide, ku li dijî wî tên kirin.”

 

Cano destnîşan kir, ku “pêwîst e Serokomar bi zelalî û aşkere bersiva xelkê Kurdistanê jî derbarê encamdana referandumê de bide, çimku ew bi xwe jî, hemû temenê wî û xebata wî bo serxwebûna Kurdistanê bûye û pêwîst e helwesta fermî hebe.”

 

Şîrove

 
Sofi | 1-9-2017
Bi kerê wekî Mehdî Beyatî re wê Kurd çawa bi Ereban re li hev bikin? Ew karê bav û bapîrên wane dagirkirina Kurdistanê û malê Kurdan.
serdar | 4-9-2017
Slaw Yên(Kurdên) ku hin ji jiyaneke hevbes li gel Ereban hêvî dikin. .Mihemed Mehdî Beyatî û yên mina wî li we pîroz be.Ew dixwezin ku Kurd her xûlam an noker bimîne berkû ew (Ereb) xwe her tim serdest û Kurd ji bindest dîtin û dibînin. Fikir û ramanên mirovan rojekida cênabin û rojekida ji nayên guhartin û car heye ku hin ji xetertir dibin.ma DAIS ne wahanebû??? Xuyaye li gel hinek ji me Kurdan "Stockholm syndrom" bi hêze. Dr serdar Budak

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-16 9:49:02 PM
Bi Xwedê ez nizanim çi bibêjim! Divê Pavel Talibanî û Hero-Xanê li Kerkukê li pêş Çavê Cemawirê li Sêdarê bidin! Ez ta niha jî bawer nakim çi bi Serê...
lolozano | 2017-10-17 11:35:00 AM
Li dema Serokê Herêma Kurdistanê mizgînî da Miletê xwe yê Kurd gazî kir dot,dengên xwe,vê carê ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin qedera xwe,bi...
Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amîrî de eşkere bû
| Duh vî demî 12:06 | (2)
Ali As | 2017-10-17 9:45:43 AM
Bijî xelkê êzîdî
Sererkanê berî yê Iraqê: Barzanî got bila Şingalî biryara xwe bidin
| 12 demjimêr berê | (1)
sercan | 2017-10-17 8:32:17 AM
We her derê wala kirîye û h^z^n peşmerge paşve keşaye bila BaşîkÊ jî wala bikin ku hêzên tirk û Iraqê bi hev re şer bikin.. Hezar caran mixabin ku...
Pêşmerge ji Başîkê venekişiyaye
| 14 demjimêr berê | (1)
xebat | 2017-10-17 8:30:29 AM
Birevin bave min birevin û dema qamerayeki bibinin pesna bidin xwe...xwade belaxwe bide neyar û xain û tirsoneka, we dilemin kurden welatparez und...
ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
| 15 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.906 seconds