Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Xwebexşekî amerîkî dixwaze here Reqayê şerê DAIŞê bike

Ji aliyê RÛDAW 2-10-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Xwebexşekî Amerîkî ev 4 meh in tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bûye û dibêje, ew dixwaze derbasî nava taxên Reqayê bibe û şerê DAIŞê bike.

 

Niha Ken Hurly li gundê Himêrat yê Reqayê ye, tefinga wî di destê wî de ye û xwe amade dike weke qenascî here nav Reqayê.

 

Ken Hurly diyar dike, ku hêviya wî ew bû ku kirîza Sûriyê bi riya diyalogê çareser biba, lê çareseriya niha tenê şer e, û got: “Berî 4 mehan û ji destpêka operasyonan ez hatim Reqayê, lê ev saleke li Rojhilata Navîn ez kar dikim û alîkariya xelkê navçeyê dikim. Ez di çarçoveya Encûmena Lşekerî ya Siryanî de kar dikim. Biryar e piştî çend demjmêran ez biçin nav Reqayê û ev 4 meh in ez qenase bikar tînim. Hêj şer bidawî nehatiye û gelek şerên din li pêş mene, min dixwest li ser maseyê hemû tişt çarser bibin lê niha teke çarserî şer e.”

 

Ev şervanê Amerîkî berî salekê li Şingalê alîkariya kurdên êzidî kirbû.

 

Heta niha Hurly navekî kurd ji xwe hilnebijartiye, ku bûye diyardeyek di şer de, her şervanekî biyanî bi navekî Kurdî tê naskirin.

 

Gelek hevalên vî şervanî di şer de şehîd bûne.

 

Xwebexşê Amerîkî nizane çarenivîsa wî di şer de çi be, lê eger rojekê vegere welatê xwe, dikare serpêhatiyên şerê ku hemû cîhanê bi xwe ve mjiûl kiriye, ji xelkê Amerîka behs bike, lê ne tenê ew, gelek welatiyên welatê wî jî, weke leşker û fermandarên fermî yê artêşa Amerîka di nav şerê Reqayê de ne.

Nîşankirin :
589 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.437 seconds