Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Li Sûriyê kargeheke bîrayê hat vekirin

Ji aliyê RÛDAW 5-9-2017
Ew kargeh li bajarokê Safîta yê ser bi parêzgeha Tertûs ve ye.

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Safîta yê ser bi parêzgeha Tertûs a Sûriyê ve kargeheke çêkirina bîrayê hatiye vekirin. Du karsazên sûrî nêzîkî 15 milyon dolar di vê projeyê de veberhênan kirine.

 

Xwediyê kargehê dibêje Sûriye ketiye qonaxa piştî şer. Bi gotina wî niha qonaxa avakirin û berhemhênanê ye.

 

Ev kargeha Bîrayê li bajarokê Safîta ser bi Tertûsê ve, li ser deryaya Spî nû hatiye avakirin û niha berhemên wê dadikevin bazarên navxweyî yên Sûriyê. Piştî zêdetirî 6 salan ji şerê xwînavî ku hîn jî berdewam e, du karsazên sûrî di vê kargehê de bi qasî 15 milyon dolar veberhênan kirine.

 

Xwediyê kargeha bîrayê, Nebîl Ebas li ser vekirina wê kargehê dibêje: "Ji du salan ve me plana projeyê danîbû, me molet wergirt û kargeh amade kir, berhemên kargehê ji sê qonaxan e. Qonaxa yekem berhemdaîna derdora milyonek û nîv lîtreyên bîrayê salane, qonaxa duyem, dawiya vê salê, em dê nêzî 3 milyon lître berhem bihînin, di nava sala bihê de jî em bi hêvî ne ku bigihin 15 milyon lître salane."

 

Amûr û alavên wê kargehê bi tevahî ji aliyê kompaniyeke Çêkî ve hatine peydakirin û siwarkirin. Heman Kompanyayê teknîsyan û karmendên kargehê jî li ser û gerandina kargehê rahênan kirine.

 

Nebîl Ebas derbarê çawaniya çêkirina kargehê de jî dibêje: "Kompaniya ku ew kargeh çêkiriye, kompaniyeke çêkî ye. Hemû amûr û alav û amadekarî ji aliyê komanyaya Çêkî ve hatine dabînkirin. Wan kargeh danî û karmendên me yên sûrî rahênan kirin. Hêvîya me ya rastîn ew e ku em berhemekî xwemalî bi kuwalîteyeke bilind çêbikin, daku rikberiya berhemên biyanî bike û bi bihayekî guncaw bihê firotin û pêwîstiya bazara niştimanî dabîn bike."

 

Yek ji xwediyên kargehê dibêje, ku Sûriye ketiye qonaxa paş şer de, lewre jî qonaxa ji nû ve avakirin û berhemanînê dest pê kiriye. Bi gotina wî biryarên hikûmeta Sûriyê yên hêsankar û alîkar, rê li pêş wan xweş kirine ku vê kargehê vekin.

 

Xwediyê din ê kargehê, Tariq Ehmed diyar kir: "Welat derbasî qonaxa paş şer bû, welat tendirust dibe. Derbarê berhemê me de, li vê kargehê em bîrayê çêdikin, ji ber ev aboriya welat geş dike. Ev qonax pir girîng e da ku em welatê xwe ji nû ve avabikin û dest bi dest berhem bidin. Biryarên hikûmetên yên rêxweşker handeke mezin bûn ji me re da ku em vegerin û kar bikin û tevahiya şiyan û karînên xwe ji bo welatê xwe terxan bikin."


Li Sûriyê du kargehên Bîrayê hebûn. Kargeha Bîraya Bereda ku li gundewarê Şamê bû û kargeha Bîraya Elşerq ku li bajarê Helebê bû. Bi sedema şer, her du kargeh ji kar hatibûn êxistin. Niha ev kargeha nû take kargeha ku bîrayê li bazarên Sûriyê belav dike.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Caifer | 2018-01-20 8:26:09 AM
Dengê te hîç kêm nebe
Gozê | 2018-01-20 8:26:25 AM
Silav ji te re
BI KILAMEKÊ AŞIQÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ – Keça ji Brezîlî: Kurdî ez helandim
| 20-1-2018 | (4)
DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.437 seconds