Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

DAIŞê leşkeriya neçar li ser xortên Dêrezorê sepand

Ji aliyê RÛDAW 6-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina DAIŞê leşkeriya neçar li ser xortên parêzgeha Dêrezorê sepand, ew jî bi armanca beşdariyê di kiryarên teqandinê de bikin, herwiha rêgiriyê li ber êrîşên hêzên Artêşa Sûriyê bikin.

 

Bi vê armancê, rêxistina DAIŞê belavok li ser xelkên Dêrezorê belav kirin, tê de ji zilamên temenê wan di navbera 18 heyanî 40 salî de xwestin ku beşdariyê di kiryarên serbazî de bikin.

 

Ji ber vê yekê, xelkên bajarê Dêrezorê, bi qaçaxî ciwan û zarokên xwe direvînin derveyî bajêr, bi taybetî bo navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, da ku zarokên xwe dûrî leşkeriya neçar yan jî bizorê bixînin, ew leşkeriya ku DAIŞê li ser wan sepandiye.

 

Li nav Kampa Eyn Îsa ya girêdayê Reqayê, ku niha ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve tê parastin, û Encûmena Sivîl a Reqayê wê kampê birêve dibe, hejmareke mezin ji malbat û ciwanên Dêrazorê hene, ku ji ber DAIŞê û şerê li nav wê parêzgehê reviyane û li vê kampê bicih bûne.

 

Hejmarek ji wan koçberan dibêjin, DAIŞê bi zorê ew dibirin eniyên şerê û çi kesên ku nerazîbûna xwe nîşan dida yan dihat girtin yan jî dihat kuştin.

 

Koçberekî Dêrezorê Mihsin Mehmûd wiha got: “Em xortên gundewarê Dêrezorê ne, bi sedema leşkeriya neçar em koçber bûn. DAIŞ dixwaze hemû kesî bibe leşkeriya neçar, xortên ji 18 heyanî 40 salî, DAIŞ dixwaze hemû xelk, hemû xort bi zorê ji bo wan şer bikin, belavok li ser xelkê belav kirin ji bo vê yekê. Kesê ku naxwaze şer bike jî dê bizorê şer bike, hin malbat hene ji 14 heyanî 15 kesan tê de hene, hemû birin leşkeriyê ji bo şer bikin."

 

Koçberekî Dêrezorê Xemîs Elinizî  wiha axivî: “Em ji Meyadîn hatin, em ji DAIŞ û ji leşkeriya neçar reviyan, çi kesê ku nedxwest here leşkeriya wan, ew heftiyekê heyanî 10 rojan dorpêç dikirin heyanî ev xort neçer bibe berê xwe bide leşkeriya wan. Spas ji xwedê re, li Kampa Eyin Îsa rewşa me baş e."

 

Li cih û warê van koçberan şer û kuştine û li kampên penaberiyê rebenî û hejariye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 3 demjimêr berê | (1)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| 14 demjimêr berê | (1)
Remezan | 2017-10-22 5:37:49 PM
Malmîrat, li Başûrê ku 4-5 mîlyon e 32 partîîï ma dê çawa çêbe yekîtîya neteweyî
quzilqurt | 2017-10-22 9:56:56 PM
Ev 32 Partî heta niha di kûde bûn? Partiya Kera jî di nav de?
Daxuyaniyek ji 32 partiyên Kurdistanê ve li ser êrişên Iraqê
| 23 demjimêr berê | (3)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.672 seconds