Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Li Dêrazorê alîgrên hikûmetê meşa piştgiriyê lidar xistin

Ji aliyê RÛDAW 7-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê dorpêça li ser bajarê Dêrezorê, li rojhilatê Sûriyê şikand, hejmarek ji nişteciyên bajêr daketin kolanan û kêfxweşiya xwe bi vê bûyerê nîşan dan.

 

Piştî nêzî 3ê salan ji dorpêçek tund ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve li ser hin taxên bajêr û baregehên hêzên hikûmeta Sûriyê, roja 5ê vê mehê, hêzên hikûmeta Sûriyê karîbûn wê dorpêçê bişkînin û xwe bigihînin hêzên ku di nava bajêr de dorpêçkirî bûn.

 

Şikandina dorpêça li ser Dêrezorê ne tenê morala hêzên hikûmeta Sûriyê bilind kir, herwiha bû cihê kêfxweşiya beşek ji nişteciyên Dêrezorê jî.

 

Bi sedan nişteciyên bajêr daketin kolanan û bi alaya hikûmeta Sûriyê, wêneyên Serokê Sûriyê Beşar Esed siloganên piştgiriya artêşa Sûriyê avêtin.

 

Nişteciyekî Dêrezorê wiha got: “Hestên me hestên kêfxweşiyê ne, em sê salan li bende artêşa xwe ya qehreman man. Em û kesûkarên xwe li jêr dorpêçek zor û zehmet dijiyan. Lê qet em ji serkirdayetiya xwe ya şareza bêhêvî nebûn. Em di wê baweriyê debûn ku wê ev gav bê, lewma miletê Dêrezorê xweragir bû û her tişt tehemul kir ji bo serkeftinê, bi piştevaniya xwedê emê welatên xwe bi hev re ji nû ve avabikin û tevahiya welatê me dê rizgar bibe."

 

Ji meha çile ya sala 2015 an ve, çekdarên DAIŞê bajarê Dêrezorê bi temamî dorpêç kiribû, di nava bajêr de, nêzî 7000 serbaz û efserên Sûrî jî hatibûn dorpêçkirin.

 

Di taxên di jêr kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, nêzî 70 hezar sivîl hebûn, ku di rewşa mirovî pir xerab de dijiyan.

 

Piştî 32 mehan ji dorpêçê, hêzên hikûmeta Sûriyê û hevalbendên wê, bi piştevaniya balafir, rokêt û topên Rûsyayê, ew dorpêç şikandin. 

Nîşankirin :
647 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 7 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
0.454 seconds