Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Herîrî daxwaza dadgehîkirina Beşar Esed kir

Ji aliyê Rûdaw 7-9-2017
Serokê şanda opozisyona Sûriyê di danûstandinên Cinêvê de Nesir Herîrî daxwaza darizandina Beşar Esed kir.

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Serokê şanda opozisyona Sûriyê di danûstandinên Cinêvê de Nesir Herîrî di derbarê raporta komîteya navdewletî ya lêkolînên li ser bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê konferanseke rojnamevanî saz kir.

 

Di vê konferansa rojnamevanî de Nesir Herîrî ragihand, ku raporta komîteya navdewletî di derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de, dekyumênteke zelal û eşkere ye, ku nîşan dide rêjîma Sûriyê yasayên navdewletî binpê kirine.

 

Herîrî daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir, ku Serokê Sûriyê Beşar Esed li Dadgeha Navdewletî ya Tawanan dadgahî bike.

 

Herwiha Herîrî ji Rûsya jî xwest, ku piştgîriya xwe bo rêjîma Sûriyê rawestîne.


Herîrî got: “Hemû tiştên di raportê de hatine belavkirin, xuya dikin ku em li hember tawankarên şer in di serî de Beşar Esed. Di gelek raport û bûyeran de tekezî hatiye kirin, ev ne îdîayên me ne û ne raportên me ne, ev raport ji aliyê komîteya navdewletî serbixwe hatiye amade kirin, ku erkê wê lîkolînê li ser binpêkirinên ku li Sûriyê têne kirin, bike.

 

Gelo ji vê dekomêntê zêdetir em çi dixwazin, lewma divê mûamele bi encamderên va binpêkirinan re weke tawankarên şer were kirin.

Em weke şanda bilind a danûstandinan, nûneratiya hêzên şoreşê dikin, em tekez li ser wê yekê dikin, ku divê encûmena mafê mirovan ya Netewên Yekbûyî, emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî û Encumena Asayişa Navdewletî li encamên raportê mûkir werin.Ku hemû kesên tawan li Sûriyê kirin li ser asta navdewletî werin dadgehkirin, di serî de jî Beşar Esed, ku divê li Dadgeha Navdewletî ya Tawanan were dadgehkirin. Şermeke mezin e ku civaka navdewletî li hember van tawanan bêdeng be.

 

Divê Rûsya êdî beşdarî tawanên rêjîmê nebe, êdî divê Rûsya piştgîriya siyasî û yasayî û leşkerî ji bo rêjîma Sûriya rawestîne, ji ber ku ev dibe alîkar ku Esed ji cezayê bfilite.”

 

Serokê şanda opozisyona Sûriyê di danûstandinên Cinêvê de herweha ji Encumena Asayişa Navdewletî xwest, ku civîneke bilez di derbarê naveroka raporta komîteya serbixwe ya navdewletî de li dar bixe, û tedbîrên pêwîst li gorî benda 7 a mîsaqa Netewên Yekbûyî bistîne, û madeya 21 a biryara 2118 jî were aktîvkirin.

 

Di vê bareyê de Nesir Herîrî diyar kir: “Em ji Encûmena Asayişa navdewletî dixwazin, ku civîneke bilez lidar bixe, û erkê vê civînê li naveroka raportê guhdar bike, bi taybet jî bikaranîna çekên kîyayî û pêwîst e madeya 21 a biryara 2118 were ektîvkirin, ku behsa wê yek dike, di dema ku rêjîm pabend nebe, ji xwe niha li gor vê raporê pebbend nebûye, bilez tedbîrên pêwîst werin standin li gor benda 7 a Netewên Yekbûyî, ji bo ku ev tawan û kiryar werin rawestandin.”


706 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.422 seconds