Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

DÊREZORÊ - Pozberiya Artêşa Sûriyê û HSDê dê serdestiya jeopolîtîk biguhere

Ji aliyê Loloxan 8-8-2017
Şervanên HSDê

Navenda Nûçeyan - Li gorî çavkaniyên dijbereyê, niha Artêşa Sûriyê bi piştevaniya grûbên şîe ji 3 çeperan ve berê xwe daye bajarê Dêrezorê.

 

Ji başûrê rojavayê Reqayê, ji rojhilatê Hemayê, ji rojhilatê Himsê ve, Artêşa Sûriyê bi plan pêşve diçe û dixwaze rê li pêşiya HSD û hevrikên xwe ber bi kontrolkirina Dêrezorê ve bigire.

 

Piştî ku Artêşa Sûriyê bajarokê Suxnê ya Badiye ya di bin destê DAIŞê kontrol kir, tenê 110 kîlometre mane ku artêş xwe bigihîne bajarê Dêrezorê.

 

Operasyona Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê û grûbên şîe, ji bo kontrolkirina Dêrezorê ji dest DAIŞê niha ketiye warê milmilana leşkerî û siyasî.

 

Tê pêşbînîkirin, ku bi alîkariya Amerîkayê li bajarê Şeddadê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê artêşeke niştîmanî ya Sûriyê were avakirin. Ceyş Mexawîr Elsewre li Badiye ya Sûriyê dê bibe bingeha wê artêşê, da ku berê xwe bide Dêrezorê û li dijî DAIŞê şer bike.

 

HSD bi xwe jî niha bi rêya Encûmena Leşkeriya Dêrezorê li bakûr û rojavayê Dêrezorê li dijî DAIŞê şer dike.

 

Li gorî medya erebî, pozberiya di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê ya li ser Dêrezorê dê serdestiya jeopolîtîk jî biguhere.

 

 

Nîşankirin : HSD, Sûriye, Dêrezorê
613 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Maroouf | 2017-09-21 5:12:13 PM
Tu kes di gerdûnê de mafê kesî bi asanî nadet.....! Èdî divet gelên dindest mafa xwe bi diyar biket û biparêzet, biha çi dibe bila bibet, dema gel...
Biryara dawî li ser referanduma serxwebûnê
| 18 demjimêr berê | (1)
Cemal Aslan | 2017-09-21 4:13:12 AM
Pdk, ynk, psk, PKK komela.... bivin jek! Tivak u disa Tivaki! Near nabe dost!
CHPa Amedê: Em nerazî ne ku li ser referandumê partiya me bi zimanê şer diaxive
| Duh vî demî 12:15 | (1)
Op | 2017-09-20 10:11:47 PM
ENKS kiye?
ENKSê hilbijartinên komînan li Rojava boykot kir
| Duh vî demî 12:34 | (1)
Malabadé ya Silivana Diyarbekiré | 2017-09-20 7:30:08 PM
Min digot qey ewé zebeşên Amedê bi qewérin u bikevin nav zebeş u bihev re fotograf bik$ínin,lé béguman ez $a$ fikiríme. Neyse, Lé hévidarim ku...
Mezintirîn zebeşên Amedê hatin hilbijartin
| Duh vî demî 11:47 | (1)
0.485 seconds