Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Netewên Yekbûyî rapora ji nû ve avakirina Sûriyê aşkere kir

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Komîteya Aborî ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di rapora xwe de ragihandiye, ku bo avedakirina Sûriyê pêwîstî bi nêzîkî 400 milyar dolarî heye.

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora herî dawî ya Komîteya Aborî ser bi Neteweyên Yekbûyî, ku li Beyrûta paytexta Lubnanê civiya, 400 milyar dolar pêwîst e bo ji nû ve avakirina Sûriyê. Di rapora navborî de tenê behsa qebareya wêraniyê dike û ti behsa hejmara kuştiyan di şerê heft salan li Sûriyê nake.

 

Ji nû ve avakirina Sûriyê niha bûye mijara sereke ya Rûsya û hikûmeta Sûriyê jî, ji ber ku Amerîka û welatên Ewropayê naxwazin, beşdarî projeya ji nû ve avakirina Sûriyê bibin.

 

Li gor Komîteya Aborî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî 400 milyar dolar bo avakirina jêrxana bingehîn a Sûriyê pêwist e.

 

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî ragihandiye, ku 400 milyar dolar bo avakirina jêrxana bingehîn a Sûriyê pêwîst e ku projeyên ji nû ve avakirina wîw elatî dê bo dema 10 heta 15 salan bidome.

 

Grûpa welatên mezin ên pîşesazî yên cîhanê ku bi G7 tê naskirin û ji welatên weke Amerîka, Japon, Almanya, Kanada, Brîtanya, Îtalya û Fransa pêk tê, dibêje ku bêyî veguhestina siyasî li Sûriyê, ew beşdariyê di projeya ji nû ve avakirina wî welatî de nakin.

 

Li gor datayên hikûmeta Sûriyê ji ber şerê navxwe yê li wî welatî ku ew heft sal in didome, 65 milyar dolar zirar gehiştiye sektora petrolê û 800 milyar lîreyên Sûrî jî zirar ber sektora elektrîkê ya wî welatî ketiye.

 

Li gel ku Rûsya derfetên aborî yên herî mezin, girîng û demdirêj bi rêya rêkevtinên ligel hikûmetê di hemû waran de bi dest xistine, li gor çavdêrên peywendîdar kompanyayên Rûsî bi tenê nikarin dosyeya ji nû ve avakirina Sûriyê hilgirin.

 

Li gor heman çavdêran hevdem Rûsya dixwaze rojekê berî ya din koçberên Sûriyê ji welatên dewdorê vegerîne daku Esed û hikûmeta wî jinûve serdest bike.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.359 seconds