Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema destpêkirina operasyona Reqa ve, bi dehezaran ji xelkên Reqa koçber bûn û berê xwe dane navçeya Tebqayê. Piraniya avahiyên Tebqa jî wêran bûne, lê tevî vê yekê koçberên Reqayê dibêjin, jiyana di van avahiyên wêrankirî de baştir e ji kampên koçberiyê.
Li gor rewş û dîmenên ji navçeya Tebqa ya Reqayê rewşa koçberan gelek xerab xuya dike û çavên wan li rizgarkirina bajarê wane da ku bukaribin vegerin ser mal û semyanên xwe.
Mal û avahiyên wêrankirî di nava bajarê Tebqayê de bûne take penageh ji sedan malbatên revyayî ji Reqayê. Rewşa van avahiyên ku penaber tê de niştecî bûne gelekî xerab e.
Bi sedema şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêxistina DAIŞê de ji 3 mehan ve li bajarê Reqayê, paytexta DAIŞê li Sûriyê, bi hezaran sivîl reviyan, û bi hezaran ji wan berê xwe dane bajarê Tebqayê, ku ew dixwazin di van malên wêrankirî de bijîn.
Koçberekî Reqayê Eşref Seîd wiha got: “Em 4 mehan di kampên koçberiyê de man, bi tenê berî 2 rojan em hatin vê derê. Me got belkî em malekê ji xwe re bibînin, lê me nedît. Piştre ev mal nîşanî me dan, em niha paqij dikin ji bo em têkevênê."
Ji dema kontrolkirina Tebqayê ji destê çekdarên DAIŞê di meha gulana borî de, hezar û 160 malbatên koçber ên Reqayê derbasî wê bûne. Ti rêxistinên alîkariyan û yên hawarçûnê jî alîkariyan ji van malbatan re pêşkêş nakin û tevî rewşa xerab ya van avahiyan, lê ev koçber neçar in kirê bidin xwediyên van xaniyan.
Koçbereka din Hîbe Ehmed jî got: "Rewşa darayî û ya jiyanê pir xerab in. xwediyên van xaniyan 50 hezar lîreyên sûrî kirya van xaniyan dixwazin, ew di dolar diaxivin. Bi rastî rewşa jiyanê zehmet e."
Hîbe bi sedema şer û kuştinê ligel hevjînê xwe yê nexweş ji Reqayê reviyan, bi armanca dîtina cihekî aram ku biser wan de neyê xwarê.