Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

DAIŞiyeke Fransî: Emê ji berê bihêztir bibin

Ji aliyê Vîviyan Fetah 12-2-2019
Li Baxozê şerê HSDê li dijî DAIŞê berdewan e

Dêrezor (Rûdaw) – Bi nêzîkbûna dema bidawî hatina DAÎŞ karwaneke din a sivîlan ji  navçeyên di bin destê wê rêxistinê derket ku piraniya wan jin û  zarokên  DAÎŞê ne. û bi zimanên cûda cûda diaxivin.

 

Jineke fransî ku di nav DAIŞê de bû û niha li navçeyeke bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye dibêje wê rojek bê DAIŞ dê ji berê xurttir bibin.

 

Li Dêrezorê li ser sînorê Iraqê û Sûriyê, bi cil û eba û nîqabeke reş, jineke Fransî di nav kamyonekê de tê dîtin, ku ji navçeya Baxoz tê veguhastin û ew ligel hejmareke din ji jin û zarokên çekdarên DAIŞê bo cihekî parastî têne veguhastin.

 

Ji aliyê xwe ve jî, berpirsê navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk Mistefa Balî ji Rûdawê re dibêje, şer gelekî bi dijwarî tê kirin û ew çekdarên ku li Baxoz mane, piraniya wan biyanî ne.

 

Hevjîna çekdarekî DAIŞê ya Fransî wiha got: “Ji ber ku hevpeymaniyê li gelek deveran xist, gelek malbat û zarok derneketibûn, hatin kuştin. Divabû ne wiha be. Ez dizanim em dê bên girtin û bên zindanîkirin, lê ez hêviya siberoja herî baş bo xwe û zarokên xwe dikim. Her çiqas em bên zindanîkirin jî lê rojekê em dê derkevin, û em dê ji berê bihêztir bin. Em dê dersekê ji vê tecrûbeyê û her tiştê qewinî werbigirin. Em dê bi hikmet dersê ji vê yekê bigirin. Di nav wan de jî ku bi nav dewleta Îslamî ne lê ew ne rast e.”

 

Berpirsê navenda ragihandinê ya hêzên Sûriya demokratîk dibêje ku ew  çekdarên ku di gundê Baxoz de mane çekdarên biyanî ne xwedî şarezayeke  taybet di şer de ne û beriya niha li çend welatan şer kirine.

 

Ji aliyekî din ve behsa wê yekê tê kirin , nakokî di navbera endamên DAIŞ bi xwe de derketine. Beşek ji wan daxwaza xwe radestkirinê kirine û beşeke din biryara şer  dane.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
598 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.579 seconds