Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Sûriye

Koçberên kampa Eyn Îsa ji rewşa xwe dilgiranin

Ji aliyê RÛDAW 12-2-2019
Ev du meh in alîkarî derbasî kampa Eyn Îsa nebûye

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên ku li kampa Eyn Îsa dimînin, di rewşeke pir xerab de dijîn, ev derdora 2 mehane ti alîkarî derbasî kampê nebûye,

 

Li kampa Eyn Îsayê ya bakurê Reqaya Sûriyê rewşa koçberan gelekî xerab bûye, li gor koçberan av û alîkarî gelekî ser wan kêm bûne, herwiha rêveberiya kampê jî rê nade kesekî ku biçe derve, daku kar bike yan pêdiviyan ji xwe re peyda bike.

 

Koçber Uleywî Mihemed dibêje: “Ev du meh in alîkarî ji me re nehatiye, her kes nikare pêdiviyan ji bazarê bikire, hinek dikarin bikirin, xwedê alîkarê wan kesên ku nikarin bikirin û kar bikin, rewş wiha xerabe.”

 

Ne tenê nebûna  alîkariyê rewşa kampa Eyn îsayê aloztir kiriye, herwiha rêveberiya kampê jî alîakriya koçbern nake, daku li derve tevbigerin.”

 

Koçber Mihemed Dêrî jî got: “Rê nadin me derkevin yan biçin kar bikin, divê kaxeza rêpêdanê hebe, daku tu bikaribe ji kampê  derkeve divê kesek ji Eyn Îsayê kefîlê te be, em jî kesekî nasnakin, bi rastî ev rewş gelekî zehmete, ev der bûye zindan.”

 

Piştî ku rêveberiya kampê derbarê nehatina alîkariyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî bêhêvî bû,  hawara xwe digihîne xêrxwazan.

 

Eêveberê kampa Eyn Îsa Celal Eyaf jî got: “Îro du mehin alî karî derbasî kampê nebûne, em daxwazê ji rêxistinên mirovî dikin, ku çareseriyekê bibînin, kamp di rewşek xerab de derbas dibe, di herdû mehên borî de ti alîkarî nehatiye.”

 

Kampa Eyn Îsa 48 kîlometreyan dikeve bakurê Reqayê,Nîsana 2017ê ji aliyê HSDê ve hat avakirin, ji ber şerê dijî DAIŞê nêzîkî 12 hezar koçberên Reqa û Dêrezorê lê bicîh bûn, piraniya çadiran rizyayî ne, herwiha ji gelek xizmetguzariyan jî bêpare.  

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.375 seconds